Ji doktorê dilxwaz têkildarî konbajaran hişyarî!
Ji doktorê dilxwaz têkildarî konbajaran hişyarî!
Ji doktorê dilxwaz têkildarî konbajaran hişyarî!
Doktorê dilxwaz ê li konbajarê welatiyên Kobanê dixebite, Doktor Selçuk Fîdan, diyar kir ku li vir pirsgirêka sereke pirsgirêka germê û paqijiyê ye. Fîdan, anî ziman ku hem ji zemîna konan sermayê dikişine û hem jî qirêjî heye. Fîdan, anî ziman ku serma û qirêjî gefan li tenduristiya welatiyan dixwe û di pêşerojê de ev yek wê bibe pirsgirêkek mezin. Fîdan, xwest her kes dest biavêje çareseriya vê pirsgirêkê.
Berxwedana Kobanê di roja 48'an de berdewam dike. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê destpê kirin û şerê Kobanê ket nava bajar nêzî 200 hezar welatiyên Kobanê ji gundan û bajarê Kobanê xwe li sînor xistin û derbasî Rihayê bûn. Niha nêzî 10 hezar mirov di konan de dijîn. Bi deh hezaran welatiyên Kobanê li gundan û taxan di xaniyên xerabe û malê xizmên xwe de bi cih bûn. Hin jê jî di dikan, gom, kadîn û embaran de bi cih bûn. Hê jî bi hezaran welatî li cih û waran digerin û li derve ne. Li nava Pirsûsê heta niha 4 konbajar hatin avakirin û nêzî 10 hezar welatî di konbajaran de dijîn. Ji bo 7 hezar welatî jî konbajarekî din tê avakirin. Lê ji ber ku av, ceyran û pergala germahiyê tune, welatiyên li konbajaran dijîn di nava şert û mercên giran de dijîn. Welatiyên ku li konbajaran dijîn, dixwazin demek berî demekê şerê Kobanê raweste û dîsa li warê xwe axa xwe vegerin. Nêzî 6 hezar welatiyên Kobanê jî li Konbajarê AFAD'ê dimînin. Nêzî 180 hezar welatî jî piştgirî û alîkariyê ji saziyên Kurdan û şaredariyên Kurdan werdigirin. Her çend saziyên Kurdan û şaredariyên Kurdan seferberî îlan kiribin û piştevaniya welatiyên koçber dikin jî, dîsa ji ber ku welatiyên di konan de dijîn hejmara wan zêde ye û hejmara kesên xizmeta tenduristiyê didin kêm e.
‘DIVÊ XIZMETA PAQIJÎ Û TENDURISTIYÊ BÊ KIRIN’
Doktor Fîdan, der barê rewşa welatiyên Kobanê de axivî û xwest her kes ji bo paqijî û tenduristiyê alîkariyê bidin welatiyên konan. Fîdan, anî ziman ku li vir herî zêde pirsirêkên tenduristî û paqijiyê hene û wiha got: "Em hewl didin ku qeydên jinên ducanî û zarokan çêkin da ku karibin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Hê piraniya welatiyan nehatine qeydkirin û nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê werbigirin. Ji ber ku qeyda wan nehatiye kirin di nava şert û mercên xerab de û di 2 revîrên biçûk de welatî tên dermankirin u xizmeta tenduristiye tê dayîn."
Doktor Fîdan, xwest hevalên wan ên berê bi awayekî profesyonel ev kar kirine li qadê xebatê bimeşînin û wiha berdewam kir: "Tê gotin ku nêzî 100 hezar welatî li Pirsûsê dijîn û nêzî 20 hezarên welatî di konan de dijîn. Dîsa gelek welatî jî li gundan li derve dimînin. Bi hezaran welatî jî bi derfetên xwe kon ava kirine û di konan de dijîn. Pirsgirêka konan a sereke germahî û paqijî ye. Di hin konan de nêzî 20 kes dijîn. Li konbajar ên ku 4 hezar kes lê di jîn tenê 6 serşok û 4 tuwalet hene. Gelek zarokên şîr û pêçekê hene. Ji ber şert û mercên xerab, gelek nexweşiyên weke zikêş û nexweşiyên din destpê dikin. Ger tedbîr neyên girtin wê nexweşiyên din derkevin holê. Ji bo vê yekê divê doktor û hemû kes piştgiriyê bidin hev û piştevaniya gelê Kobanê bikin. Divê berî her tişti pirsgirêka paqijî û tenduristiyê bê çareserkirin.”