Ji Denîzliyê alîkariya ji bo Kobaniyan

Ji Denîzliyê alîkariya ji bo Kobaniyan

Alîkariyeke din a ji bo Kobaniyên ji ber şer neçar mane koçî Bakurê Kurdistanê bikin, ji Mûşî û Botaniyên li Denîzlî dijîn, hat. Alîkariya ji lihêf û betanî ya barê du qemyonan, radestî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava hatin kirin.

Bi pêşengiya komeleyên Mûş û Botaniyan ên li Denîzlî, alîkariyên bi desteka welatiyên ji Denîzlî, Agirî, Mûş, Sêrt, Amed, Bedlîs, Mêrdîn û Dîgorê hatin komkirin, ji bo bigihêjin Kobaniyan ji Pirsûsê re hatin şandin. Alîkariya ji lihêf û betaniyan a barê du qemyonan, li Xeraja Şaredariyê ji Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava re hat hiştin. Alîkariyên ku ji aliyê Serokê Komeleya Mûşiyên li Denîzlî Parêzer Giyasettîn Taşer û Serokê Komeleya Botaniyên li Dernîzlî Parêzer Ahmet Tûrhan ve hatin anîn, radestî Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava Farûk Tatli aht kirin. Di merasîma teslîmgirtinê de Parlamentera Wanê ya Serbixwe Aysel Tûglûk û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî hebûn. Taşer di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku ew ê alîkariya xwe ya ji bo Kobaniyan dewam bikin.