Ji bo Kobanê dikan li Pirsûsê nehatin vekirin

Ji bo Kobanê dikan li Pirsûsê nehatin vekirin

Esnafên navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi munasebeta "1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê" dikanên xwe venekirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê Îlonê de li hemberî Kobanê destpêkirin hê berdewam dikin û tevî vê yêkê berxwedana Kobanê jî didome. Li sînorê Pirsûsê jî bi rojane nobeta berxwedanê tê girtin. Esnafên navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi munasebeta "1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê" dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne.

Li sînorê Kobanê wê îro bernameyên cuda bên lidarxistin.