Ji bo gelê Kobanê kampanyaya ‘germbûnê’
Ji bo gelê Kobanê kampanyaya ‘germbûnê’
Ji bo gelê Kobanê kampanyaya ‘germbûnê’
Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re, bi hatina sermayê re kampanyaya 'Ji bo zarokên penaber germahî’ dan destpêkirin. Endamê komeleyê Halîl Aktaş diyar kir ku hewcedarî bi petekên elektîrîkê û sobeyan heye.
Ji bo Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê axa xwe terk kirin amadekariyên zivistanê destpê kirin. Ji bo 200 hezar Kobaniyên ku li Riha û navçeyên wê dijîn Komeleya Pitşevanî û Alîkariya bi Rojava re starta kampanyayek nû da. Ji bo Kobaniyan kampanyaya 'Ji bo zarokên penaber germahî’ hat destpêkirin. Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Rojava re Halîl Aktaş axivî û diyar kir ku hewcedarî bi petekên elektîrîk û sobeyan heye. Aktaş da zanîn ku hewcedarî 20 hezar sobeyên elektîrîkê heye û got ku ger neyên peydakirin wê zarok nexweş bikevin û jiyana xwe ji dest bidin.