Ji berxwedêrên li ser sînor banga tevlîbûna çalakiyên 1’ê Mijdarê

Ji berxwedêrên li ser sînor banga tevlîbûna çalakiyên 1’ê Mijdarê

Çalakgerên nobeta berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê bang li her kesî kirin ku tevlî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bibin û xwestin her kes tevlî çalakiya berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê bibin.

Berxwedana çalakiya nobetê ya ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê destpê kirin û di roja 45’emîn de ye, berdewam dike. Berxwedêran bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê” ji aliyê fîlozof, zanyar û kesayetên navdar ku xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de ne hatiye destpêkirin, bi armanca piştgiriya bi Kobanê re ku wê roja 1’ê Mijdarê li tevayî cîhanê bên lidarxistin, bibin.

Daxuyanî li gundê Mehserê ji aliyê Evîn Îgdî ve hate xwendin. Îgdî bibîr xist ku dixwazin careke din komkujiya li Şengalê li Kobanê dubare bikin û bal kişand ku 45 roj in li hemberî çeteyên barbar û hov ên DAIŞ’ê li Kobanê berxwedaneke bêhempa tê meşandin.  Îgdî bang li her kesî ku xwe weke mirov dibîne û gelê Kurd kir ku piştgirî bidin çalakiya nobetê ya bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re.

ŞOREŞA ROJAVA BERXWEDAN Û ŞOREŞEKE MAFDAR E

Îgdi diyar kir ku berxwedana Kobanê şoreş û berxwedaneke mafdar e û got: “Bersiva herî baş û xweş a li dijî çeteyên barbar û hov ên ku tu para xwe ji mirovahiyê negirtine ew e ku mozaîka gelan çêbibin û ji hemû gel û ramanan li hev bicivin. Bi vê yekê nîşanî çeteyên dijminê mirovahiyê hatiye dayin ku ew ê tu carî nikarin vê têkoşînê têk bibin.

Îgdî bang li her kesî kir ku tevlî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bibin û xwest her kes tevlî çalakiya berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê bibin.