Ji berxwedêran banga ji bo sînor

Ji berxwedêran banga ji bo sînor

Welatiyên ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê destpê kir bênavber nobetê digirin bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bangawazî kirin. Berxwedêrên ku gotin "Roj roja xwedîderketina Kobanê ye" bi munasebeta rojê hemû kes vexwendin sînor.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ji bo komkujiyan pêk bînin kete roja 47'emîn, welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li Pirsûsê nobeta berxwedane digirin jî çalakiyên xwe didomînin. Ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya ku ji aliyê bi hezaran fîlozof, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan hate îlankirin bangawaziyek jî ji welatiyên li sînor nobetê digirin hat. Welatiyen di berxwedanê de ji bo xwedîderketina berxwedana Kobanê li sînor hatina cem hev bangawazî kirin.

Xwendekara Zanîngeha Cizîrê Heybet Karakaş (28) diyar kir ku ji bo li hemberî êrîşen ku li dijî Kobanê pêk ten bêdeng nemîne ev 12 roj in li gundên sînor nobetê digire û nirxandina "Roj roja xwedîderketina berxwedana Kobanê ye" kir. Karakaş bilêv kir ku ev pêvajo jî pêvajoya têkoşîn û xwedîderketinê ye, li Kobanê YPG û YPJ berxwedaneke bêhempa pêk tînin û ew vî berxwedanê silav dikin. Karakaş ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jî bangawaziya "Ji destên kê çi tê divê ji bo Kobanê bikin. Divê hemû derûdorên bihistiyar di 1'ê Mijdarê de li sînor bin û berxwedanê di cih de bibînin ji bo vê yekê em wan vedixwînin sînor" kir.

'DIVÊ HEMÛ KES BERTEKÊN XWE NÎŞAN BIDIN'

Welatiya bi navê Ayşe Surucu (28) jî ev 20 rojan zêdetir e di nobeta berxwedanê de ye diyar kir ku li çar aliyen cîhanê ji bo Kobanê divê hemû kes dakevin kolanan û bertekên xwe nîşan bidin, ên ku derfetên wan hebin jî bila bên sînor. Surucu ya ku pirsa "Ji bo em bibin dengeke êdî em li benrda çi ne" kir wiha berdewam kir: "Roj roja xwedîderketin û piştevaniya Kobanê ye. Werin em hevre berxwedana me ya ku hemû cîhan bi heyranî temaşe dike derkevin, serkeftin wê ya gelê Kurd û Kobanê be."

'DIVÊ HEMÛ MIROV LI DIJÎ ÇETEYAN DENG DERXIN'

Welatiyê bi navê Îbrahîm Ozbay (33) ê ev 20 rojan zêdetir e nobeta berxwedanê digire jî diyar kir ku li Kobanê li ber çavên hemû cîhanê sûce tê kirin û li hemberî vê yekê bêdengî nabe, bêdengiya li hemberî vê yekê bûna şirîkê vî sûcî ye.Ozay ê ku nirxandina "Divê hemû mirov li hemberî van êrîşên çeteyan deng derxîne" kir wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro divê ne tenê gelên Kurdistanê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyan li sînor bin. Divê hemû kesên xwedî wijdan, mirov û xwedî rûmet sibehê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li sînor bin û em ji bo vê yekê bangawazî dikin."

Ciwanê bi navê Fatîh Guneş (25) ê ji bo tevlî berxwedanê bibe ji Parîsê hatiye sînor diyar kir ku ji bo piştgiriya berxwedanê divê mirov tevlî berxwedanê bibe û ew ji bo vê yekê hatiye. Guneş ev tişt anî ziman: "Min biryar da ku tişta di vê pêvajoyê de ji destên min bê di refên berxwedanê de cih girtin e û ez hatim li cem gelên me yên li berdexwedanê de ye. Li Kobane li ser navê mirovahiyê berxwedanek heye. Gelê Kurd bi salan e ji bo mafên xwe têdikoşe û bidest xist, lê bi alîkariya hêzên vê yekê hezm nakin ve rastî êrîşên çeteyan hat. Ez bang li hemû kesan dikim ku sibehê ji bo xwedîderketina Kobanê û rûmeta mirovahiyê bila bên sînorê Kobanê."

Xwendekara Zanîngeha Mêrsînê Esra Ozbek jî anî ziman ku ji bo xwedîderketina berxwedana bêhempa ya 47 rojan tevlî berxwedana sînor bûye. Ozbek destnîşan kir ku li Kobanê têkoşîna azadî û maf tê dayîn û bang li hemû kesan kir ku xwedî li Kobanê derkevin. Ozbek wiha axivî: "Divê hemû kesên dikarin bên divê tevlî berxwedanê bibin. Pêwîstiya gelê me yê mecbûr mane ji ber êrîşên çeteyan ji qadên xwe yên jiyanê terikandine bi alîkariyê heye. Ez bang li hemû kesan dikim ku ji bo xwedîderketina Kobanê bên sînor û tevlî nobeta berxwedanê bibin."

'HETA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KOBANÊ BI DAWÎ BIBIN EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Welatiya bi navê Esmer Demîr (45) a ji navçeya Hezexê ya Şirnexê ji bo berxwedanê hatiye jî destnîşan kir ku heta êrîşên li dijî Kobanê bi dawî bibin wê berxwedana xwe bidomînin. Demîr bang li hemû kesan kir ku tevlî berxwedana li ser sînor bibin.

'XWEDÎ LI BERXWEDANA MIROVAHIYÊ DERKEVE'

Welatiya bi navê Aynur Şîşman (40) a ji Mêrsînê hatiye jî got ku berxwedana Kobanê ne bê xwedî ye û wiha birdewam kir: "Ev berxwedan ji bo hemû gelê Kurd tê dayîn. Em jî ji bo ku bibin parçeyek vê berxwedanê hatin. divê hemû kes xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ji ber ku têkoşîneke ji bo mirovahiyê tê dayîn. Divê hemû kes vê wisa zanibe. Em bang li hemû kesan dikin ku ji bo xwedîderketina berxwedana Kobanê bên sînor."