Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hewanan
Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hewanan
Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hewanan
NRÇ-HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk roja 30’ê Cotmehê ji Qereqola Bilêcanê ya li ser sînorê Zapê deverên Girê Guvenlik, Şehîd Karwan, Girê Talisa û Girê Gareyê Biçûk bi obus û hewanan topbaran kiriye. NRÇ-HPG’ê aşkera kir ku artêşa Tirk sê roj in li Çiyayê Fila û Bişya Reş ên Şirnexê dest bi xebatên kemîndanînê kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (NRÇ-HPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk roja 30’ê Cotmehê saet di navbera 14.00-15.00'an ji Qereqola Bilêcanê ya li ser sînorê Zapê deverên Girê Guvenlik, Şehîd Karwan, Girê Talisa û Girê Gareyê Biçûk bi obûs û hewanan topbaran kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku ev sê roj in artêşa Tirk li devera Çiyayê Fila û Bişya Reş ên Şirnexê dest bi operasyonê kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Her wiha ji 30’ê Cotmehê ve jî artêşa Tirk li devera Pira Rîsolê xebatên kemîndanê didomine.”