Heyeta Pêşmergeyan ji Kobanê vegeriya

Heyeta Pêşmergeyan ji Kobanê vegeriya

Heyeta Pêşmergeyan a ji 10 kesan pêk dihat, ku vê sibê çûbûn Kobanê, piştî hevdîtinên bi rayedarên YPG’ê re vegeriya navçeya Pirsûsa Rihayê.

Îro di satên danê sibê de, heyetek 10 kesî ya ji Hêzên Pêşmerge yên ku ji bo destekê bidin berxwedana bêhempa ya Kobanê ku ketiye roja 45’an, ji Başûrê Kurdistanê hatine ser sînorê Kobanê, çû Kobanê. Heyeta Pêşrmergeyan piştî hevdîtinên bi fermandarên YPG’ê û YPJ’ê re vegeriya Pirsûsê. Heyeta ku ji Tesîsên Çûkobîrlîkê di Deriyê Sînor ê Pirsûsê re derbasî Kobanê bû, hevdîtin bi fermandarên YPG û YPJ’ê re pêk anîn. Heyeta Pêşmergeyan ku tevahiya rojê li Kobanê bû û der barê hatina hêzên pêşmerge û çekên bi xwe re anîne hevdîtin pêk anîn, careke din vegeriya Pirsûsê.

Heyeta Pêşmergeyan a vegeriya Pirsûsê, careke din çû Çukobirlîkê. Li herêma pêşmerge lê dimînin tedbîrên leşkerî û polîs hatine girtin.