Gundê Zehwanê di hedefa çeteyên DAIŞ'ê de ye
Gundê Zehwanê di hedefa çeteyên DAIŞ'ê de ye
Gundê Zehwanê di hedefa çeteyên DAIŞ'ê de ye
Gundê Zehwan ê Pirsûsê di hedefa çeteyên DAIŞ'ê de ye. Şêniyên gund dan xuyakirin ku segvanên çeteyan guleyan berdidin wan û dema li gund digerin ti ewlekariya jiyana wan nîne.
Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de, gelek gundên li ser sînor jî dibin hedefa çeteyan. Yek ji van gundên li ser sînor jî Gundê Zehwan e. Ji ber topa hawanê ya çeteyan mala Mehmet Demîr ê 67 salî hilweşiya, minareya gund bi guleyên doçka zerar dît. Çeteyên ku li gundê Kîkan ê li pêşberî vî gund bicih bûne, her gavê êrîş dikin.
NE XEMA LEŞKERAN E
Li Gundê Zehwanê ku ji ber guleyên ji gundê Kîkanê tê reşandin gundî nikarin bi dilrehetî li nav kolanan bigerin, gelek malên gund ji ber guleyên qernas ên çeteyan qulqulî bûne. Her çend welatiyan ev êrîşên çeteyan ji Qereqola Sînor a Jendermeyan re ragihandin jî, leşkerên Tirk bi xemsarî nêzî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dibin.
ZAROK JI GUND DERXISTIN
Gundiyan diyar kirin ku ji gundê pêşberî wan Kîkanê ku çeteyan ala xwe li ba kirine, her tim gule li wan tê reşandin û ji ber vê yekê ewlekariya jiyana wan nîne. Gundiyan ragihandin ku wan zarokên xwe ji gund derxistine.