Eyşê Efendî: Tevkariyeke mezin a alîkariyan li Şoreşa Rojava çêbûye
Eyşê Efendî: Tevkariyeke mezin a alîkariyan li Şoreşa Rojava çêbûye
Eyşê Efendî: Tevkariyeke mezin a alîkariyan li Şoreşa Rojava çêbûye
Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Kobanê dewam dikin. Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî ya alîkarî wergirtin got, “Tevkariyeke mezin a hemû alîkariyan li Şoreşa Rojava çêbûye.”
Saziya alîkariyan a Kurdan Heyva Sor a Kurdistanê ya navenda wê li Ewropa alîkariyên xwe yên ji bo Kurdan didomîne. 20 hezar pakêt aprax, 20 hezar barbunya, 20 hezar hûmus, 15 hezar mirîşk, 20 hezar masiyên ton, 10 hezar goştê qelandî, 50 hezar helaw û 50 hezar rîçal ji Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Rojava re şand.
Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşê Efendî, ji bo alîkariyan Heyva Sor spas kir. Eyşê Efendî diyar kir ku alîkariyên berî niha yên Heyva Sor ên wek ambulans, kon û dermanên tibî şandine gihiştine cihê xwe û got, “Tevkariyeke mezin a hemû alîkariyan li Şoreşa Rojava çêbûye. Em gelê xwe û dostên wan ên li Ewropa ji bo piştgiriya xwe ji me re kêm nekirin spas dikin. Her wiha em gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistan ji bo piştgiriya wan spas dikin.”