‘Em bi xurtî tevlî çalakiyên Kobanê bibin’

‘Em bi xurtî tevlî çalakiyên Kobanê bibin’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo çalakiyên Kobanê yên 1'ê Mijdarê li gelemperiya cîhanê bên lidarxistin, banga tevlîbûna xurt kir. Hevserokatiyê akademîsyen û nivîskarên ji bo destekkirina berxwedana Kobanê bang li mirovahiyê kirin, silav kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku mîna dijberiya faşîzma Hîtler a di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de, îro jî bi berxwedana Kobanê re li dijî faşîzma DAIŞ'ê eniyeke berxwedan, azadî û demokrasiyê bi pêş dikeve û got, "Desteketiya herî mezin a mirovahiyê ya ji berxwedana Kobanê wergirtiye jî, li dijî faşîzma DAIŞ'ê têkoşîn û berxwedana hevpar a mirovahiyê ya li gelemperiya cîhanê ye." Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê careke din bang li gelê Kurdistanê, hemû gelên Tirkiyeyê, şoreşger, sosyalîst, Elewî, kedkar, jin, ciwan her kesî kir, ku beşdarî berxwedana Kobanê bibin û serhildanan bênavber dewam bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku tevgereke berpirsyar, girîng û rûmetdar e, ku komek ji akademîsyen, rewşenbîr û nivîskarên li Ewropayê, 1'ê Mijdarê weke roja berxwedan, yekîtî û piştevaniya Kobanê ya li gelemperiya cîhanê ragihandine û got, "Bi vê wesîleyê, em van akademîsyen û nivîskarên bi qîmet ên ji bo destekkirina berxwedana Kobanê bang li mirovahiyê kirine, silav dikin û wan pîroz dikin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku berxwedana Kobanê ji mêj ve sînorên Kurdistanê derbas kiriye û veguheriye tevgereke mirovahiyê û ev xal destnîşan kir: "Berxwedana Kobanê ya li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi ruhekî fedaî tê meşandin, wijdan rakiriye ser piyan û gihandiye hev. Ji bo nirxên mirovahiyê demokrasî, azadî û jiyaneke bi rûmet û însanî, di nava hemû civak, bawerî û çandan de rê li ber hişyariyeke mûezem vekiriye. Hêzên çep-sosyalîst, jin, ciwan, kedkar, her mirovên xwedî wijdan, li dora vê berxwedanê, wezîfe û berpirsyariyên xwe dîtine. Berxwedana Kobanê di vê çarçoveyê de temamiya nirxên di ser netewan, herêman û parzemînan e, her wiha bûye xwedî wesfa berxwedaneke dîrokî."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Hêzên li pişt faşîzma DAIŞ'ê ye û yên destekê didin, çiqasî dixwazin bila di polîtîkayên xwe yên har de israr bikin. Yê qezenç bike, di kesayetiya Kobanê de wê mirovahî, rûmet, demokratîk û azadî be. Berxwedana Kobanê ji niha ve bi ser ketiye" û destnîşan kir ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê mirovahî bûye yek.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku mîna dijberiya faşîzma Hîtler a di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de, îro jî bi berxwedana Kobanê re li dijî faşîzma DAIŞ'ê eniyeke berxwedan, azadî û demokrasiyê bi pêş dikeve û got, "Desteketiya herî mezin a mirovahiyê ya ji berxwedana Kobanê wergirtiye jî, li dijî faşîzma DAIŞ'ê têkoşîn û berxwedana hevpar a mirovahiyê ya li gelemperiya cîhanê ye. Ev yek diyariya herî mezin a gelê me yê li Kobanê û hêzên YPG û YPJ ên bi lehengî li ber xwe didin, ji bo tevahiya gelên herêm û cîhanê ye."

Li dijî faşîzma DAIŞ'ê û hêzên li pişt wan, 1'ê Mijdarê roja têkoşîn, yekîtî û piştevaniya berxwedana Kobanê êdî rojeke gerdûnî û enternasyonal e. Ev têkoşîn wê li her devera cîhanê bê meşandin. Di serî de Bakurê Kurdistanê em bang li tevahiya gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku di vê roja dîrokî de bi dostên xwe re, mil bi mil, dil bi dil bi berfirehî û di asta herî radîkal de li ber xwe bide, mêtîngeriya TC û faşîzma DAIŞ'ê ya dijminatiya Kurdan dikin lanet bikin û têkoşînê bilind bikin. Di 1'ê Mijdarê de divê ji bilî cihgirtina li cem Kobanê û beşdariya li berxwedanan, karê ti mirovên me tinebe. Li ser vê bingehê em careke din hemû gelên Tirkiyeyê, şoreşger, sosyalîst, Elewî, kedkar, jin, ciwan her kesî kir, ku beşdarî berxwedana Kobanê bibin û serhildanan bênavber dewam bikin."