'Eger em Kurd bibin yek, wê ti hêz nikaribe bi me'

'Eger em Kurd bibin yek, wê ti hêz nikaribe bi me'

Beriya me bi çend deqeyan gihiştibû gir, mamê Melek. Mamê Melek, bi navê Melek Xalit Mijînî ve tê nasîn. Mamê Melek ê ku bi xwe 16 sal li gundê Mijîn di rêvebiriya mixtariya gund de cihê xwe girtiye, îro wek endamê Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî erka xwe berdewam dike.  Em jî di girê Şehîd Denîz Firat ê bi ser wargeha Maxmûr'ê ve rastê Mamê Melek hatin.

Di kêliya ku em gihiştin girê şehîd Denîz de, ji dûr ve me Mamê Melek ê ku li cem komeke gerîlayên HPG-YJA Star rûniştîbû dît. Hema min berê xwe da aliyê wan. Piştî min silavek da gerîlayan, çûm li kêleka mamê Melek rûniştim. Min xwest bizanim ka mamo li cem gerîlayan çi dike. Bê ku bipirsim, mamo bi xwe bersiva pirsa min da û dest bi axaftinê kir; "Ez îro bi tena xwe bi piyan hatime girê Şehîd Denîz da ku gerîlayên HPG-YJA Star bibînim. Armanca min a bi meş hatina gir jî ew bû ku gir nas bikim. Ji bo eger şerek derkeve ez bikaribim xwe bighînim gir û li kêleka gerîlayan li dijî dijminê xwe şer bikim, xaka xwe û zar û zêçên xwe biparêzim."

Dema mamo ferq kir em dîmenên wî dikşînin, weke ku bixwaze dîroka xwe ji her kes  re vebêje, hema lênûsa xwe ya biçûk derxist û dîroka koçberiya ji gundê xwe Mijîn a ku sal bi sal, derbasî lênûsa xwe kiriye ji me re vegot. Ji xwe çavên mamo, bê ku tiştek bîne ziman jî,  bi rengek tazî tevahî êş, birîn û êrîşên ku bi salan rastê hatine vedigotin. Mamê Melek kîjan salê hatine Nînova, kîjan salê derbasî Maxmûr bûne, PDK bi çi awayî êrîşê wan kiriye, çawa ew xistine çemberê, kîjan salê û çima dest bi greva birçîbûnê kirine û her wekî din, tevahî kêliyên ku di nirxa dîrokî de ne li cem xwe di lênûsa xwe ya biçûk de qeyd kiriye. Dipirsim ka çima ewqasî kêlî bi kêlî dîroka koçberiya xwe nivîsandiye?...

Mamo hema dibêje; "Helbet divê ez binivsînim da em dîroka xwe ya koçberiyê ji bîr nekin. Me ji ku destpê kir, çawa berdewam kir û niha em di çi rewşê de ne, diviyabû min hemî  binîvsanda. Ji bo ku em ji zarokên xwe re vebêjin rastiya vê koçberiya xwe. Divê ev koçberiya me neyê ji bîr kirin  û her di rûpelên dîrokê de zindî bimîne."

'YEKÎTIYA KURDAN WÊ DAWÎ LI HEMÛ ÊŞAN BÎNE'

Ji Mamo dipirsim, peşmergeyan bi salan êrîşî we kirin, lê niha ew û gerîlayên HPG-YJA Star bi hev re di heman çeperên parastinê de li dijî DAIŞ'ê şer dikin, tu vê çawa dinirxînî?... Mamo tîne ziman ku ew girêdayî PKK ne û wiha dinirxîne; "Eger navbera pêşmerge û PKK baş be, wê demê navbera me û wan de jî başe, lê eger ne baş be navbera me û wan jî ne baş dibe. Ji ber em girêdayî PKK'ê ne. Lê eger Kurdên me pişta xwe bidin hev, wê tu hêz bi me Kurdan nikaribe û em ê bi ser bikevin. Ji ber wê ez jî wek Kurdekî daxwaz dikim ku di demek kurt de Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk were û em êdî berjewendiyên şexsî bidin kêlekekê. Ji xwe mirovên wargeha Maxmûr gelek nexweşî û êş jiyan e. Lê bîr û baweriya min heye ku wê yekîtiya Kurdan dawî li van tevahî êşan bîne."

Mamê Melek ê ku bi meş hatiye girê Şehîd Denîz, barek Mewîj jî li pişta xwe kiriye. Mamo wiha berdewam dike; "Min xwest gelek tişta ji hevalan re bînim. Lê ji ber ku ez bi meş hatim, min nekarî bînim û min got herî baş barek Mewîj ji hevalan re bibim. Ji ber ku van rojan pir sare û heval her di nava kar de ne, min jî got bila heval hinek qewet bigrin." Mamo kêfxweşiya xwe ya bi hatina gerîlayan ji bo wargeha Maxmûrê jî wiha tîne ziman;

"Ev gerîla ji bo parastina wargeha Mexmûrê di cephê de cih digrin. Ez û tevahî gelê wargehê gelek ji hebûna wan memnûn in. Ji ber eger PKK nebe em jî nabin. Eger PKK parastina wargeha me neke, bîr û baweriya me jî bi me nayê. Ma em ê bê PKK li vir çi bikin. Ji xwe hêzên parastina Mexmûr û gerîla bi hev re wargehê diparêzin, ev ji bo me hêzek herî mezine."

Dipirsim ji mamo ka êrîşên DAIŞ'ê çawa dinirxîne, mamo bi kurt û cewherî wiha dibêje; "Bila DAIŞ ji me dûr bikeve, em tiştek cûda naxwazin."

Mamo di dawiya gotinê xwe de tîne ziman ku ew rojnamevan Denîz Firat a ku li vî girî jiyana xwe ji dest da û navê wê li gir hatiye kirin nas dike û bi bangawaziyek kurt dawî li gotinên xwe tîne; "Min rojnemevan Denîz Firat nas dikir. Ew jineke gelek baş bû. Ew di tevahî jiyana xwe de fedayî bû û bi fedayîbûnek mezin jî li vir şehîd ket. Niha jî bi sedan hevalên rojnemevan Denîz ên ku girê Şehîd Denîz û wargeha Maxmûr diparêzin li kêleka min in. Di çavên hemûyan de Denîz dibînim. Ji ber vê jî, ji bo em van nirxên xwe biparêzin, ji bo xwîna şehîdên me li erdê nemîne û her em li ser xaka xwe bijîn, bangawazî dikim ku Kurd bibin yek. Eger em bibin yek, hem li Kobanê hem li Mexmûr, li kîjan bajarê Kurdistanê dibe bila bibe, wê kes nikaribe nêzî me bibe."