Efrînî di Roja Kobanê de seferber bûn
Efrînî di Roja Kobanê de seferber bûn
Efrînî di Roja Kobanê de seferber bûn
Bi dehezaran Efrîniyan bi yek dengî di Roja Cîhanê ya Kobanê de dengê xwe bilind kirin û gotin: "Bijî berxwedana Kobanê, Kobanê ne bi tenê ye." Efrîniyan gotin Kobanê û dengê xwe gihandin tevahiya cîhanê. Di dawiya meşê de Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê navê şervanê YPG'ê Umer Gir ê ji Efrînê û li Kobanê jiyana xwe jidest daye aşkera kir.
Di Roja Cîhanê ya Kobanê de Efrîniyan mîna hemû azadîxwazan ji saetên sibê ve xwe amade kirin. Dikanên welatiyan û navendên sazî û partiyan bi temamî girtî bûn û girseyên welatiyan ber bi Qada Newroz ve diherikîn. Welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan, alên YPG, YPJ, PYD,HDP, Herêma Başûrê Kurdistanê, TEV-DEM, Komeleya Êzîdiyan û gelek sembolên din hilgirtibûn, bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Koabanê", "Yek e yek e Kurdistan yek e", "Bijî berxwedana Rojava û Şengalê", "Bijî Yekîtiya Gelê Kurd" berz kirin.
JINÊN EFRÎNÊ RENG DAN MEŞÊ
Jinan bi kincê xwe yên neteweyî û alên di destê xwe de serkêşiya meşê dikin û coş û rengehî cuda dan meşa Efrînê. Jinên ku alên YPJ'ê û wêneyên têkoşerên YPJ'ê û YPG'ê yên di berxwedana Kobanê û Şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin bênavber dirûşmên piştgiriya bi jinên kobanê û Şengalê re gotin. Jinên di malan de jî bûn di şaneşînên de xwe de birinc bi ser meşvanan de belav kirin û piştgiriya xwe ya bi meşvanan re diyar kirin.
'HÊZÊN NAVNETEWÎ TEVLÎ XETA SÊYEMÎN BÛNE'
Meşvanên ku 'Yekîtiya Kurdistanê' di dirûşmên xwe de derxistin pêş heta Qada Azadî meşiyan. Li vir axaftin hatin kirin. Di serî de Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Efrînê Remzî Şêxmûs axivî û piştgiriya Efrîniyan a bi Kobanê re anî ziman. Li ser navê PYD'ê Esed Menan axivî û got ku gelê Kurd ji destpêka şoreşê xeta 3'yemîn pejirandiye û li ser esasê wê tekoşîna xwe daye meşandin.
Menan, da zanîn ku bela kes nebêje Kurd tevlî siyaseta navneteweyî bûne û wiha dom kir: "Îro em dibînin cîhan tevlî xeta Kurdan a 3'yemîn bûne, ev destkeftiya herî mezin a gelê Kurd e." Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê Bîlal Çekdar axivî û soza ku hêzên YPG/YPJ'ê wê erka xwe ya parastinê hate dawî pêk bînin û soza şopandiya rêya hemû şehîdan da. Di meşê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Melek Elûş axivî û got ku îro cîhan bi encama keda şehîdan bi navê Kobanê dimeşin.
'DI ŞERÊ KOBANÊ ŞEHÎD BÛYE'
Beriya axaftin bi dawî bibin, Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê şehadeta şervanê YPG'ê Umer Gir ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû îlan kirin. Di Îlankirinê de hate gotin Umer ji bo parastinba nirxên hemû gelê Kurd û mirovahiyê berê xwe daye Kobanê û li wir bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye. Saziya Malbatên Şehîdan bang li hemû welatiyên Efrîn û navçeyên wê kirin ku bi girseyî berê xwe bidin konê sersaxiyê yê şervanê YPG Umer Gir ku li Efrîna Kevin hatiye vedan. Di çalakiyê bavê şervanê YPG'ê Umer Gir û kurê wî axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan. Di dawiya meşê de kesekî soza xwe ya tevlîbûna YPG'ê da û soz da ku wê li ser rêya azadiyê heta dawiya jiyana xwe têbikoşe.Umer Gir di berxwedana li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.