Di çalakiyên edaletê de banga ji bo meşên Kobanê

Di çalakiyên edaletê de banga ji bo meşên Kobanê

Çalakiyên "Bêdengiya we ji hevpariya we tê" yên ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê ya 3 jinên Kurd ên şoreşger tê de jiyana xwe ji dest dan, vê hefteyê jî dewam kirin. Di çalakiyan de banga beşdariya li meşên Kobanê yên 1'ê Mijdarê hat kirin.

HAMBURG

Di roja 658. a komkujiya Parîsê de, li bajarê Elmanya Hamburgê Kurdistaniyan û dostên wan ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edalet xwestin. Di çalakiya li semta Altona de nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn axivî û bibîr xist, ku komkujî hînê bi awayekî fermî nehatiye ronîkirin û bang li dewleta Fransayê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe. Di axaftinan de polîtîkayên hikûmeta Fransayê yên li hemberî Kurdan hat rexnekirin û bal hat kişandin ser polîtîkayên hikûmeta Elman ên der heqê Kurdan de û hat gotin, "Hem dewleta Elman hem jî ya Fransa di oxira berjewendiyên xwe de Kurd û têkoşîna wan a mafdar feda kirine û tifaqên xwe yên qirêj ên bi Tirkiyeyê re bi israr dewam dikin." Her wiha hat xwestin ku siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê li Hamburgê bi sûcdariya 'endametiya PKK'ê hatiye girtin tavilê serbest bê berdan.

Berdevkê Însiyatîfa 'Ji bo Kobanê Hamburg' banga beşdariya li meşa roja Şemiyê ya li Hachmanplatzê kir ku wê saet di 14:00 de destpê bike.

DUSSELDORF

Çalakiya her hefte li ber Konsolosiya Fransayê ya li Dusseldorfê tê lidarxistin, vê hefteyê jî bi beşdariya Kurdistaniyên li Bonnê dijîn, pêk hat.

Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî hikûmeta Fransayê dan, ku daxuyaniyên têrker der heqê komkujiyê de nade. Kurdistaniyan edalet xwestin û pirsa "Hikûmeta Fransayê çima bêdeng e? Gelo ji ber ku çavê xwe li komkujiyê girtiye, lewma?" kirin. Di çalakiyê de bi daxwaza edalet ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez, belavok hatin belavkirin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya "Bêdengiya we ji hevpariya we tê" li ber Konsolosiya Fransayê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de ji bo meşa Kobanê ya 1'ê Mijdarê li navnîşana Am Stachus a saet 13:00 banga beşdariyê hat kirin.

FRANKFURT

Kurdistaniyên li Frankfurtê dijîn jî, li ber Konsolosa Fransayê ya li Bockenheimer Warte bûn.

Kurdistaniyan xwestin komkujî bê ronîkirin û pankarta bi nivîsa "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekirine, em ê ji bîr nekin" vekirin.

Di çalakiyê de belavoka Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ hat xwendin û ji bo çalakiya Kobanê ya 1'ê Mijdarê saet 15:00 a Hauptwache banga beşdariyê hat kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA li ber Konsolosa Fransayê, belavokên li ser jiyana sê jinên şoreşger ên Kurd hatin belavkirin.

Di çalakiyê de ji bo çalakiya Kobanê ya 1'ê Mijdarê saet di 15:00 a li Stephanplatzê ku ji aliyê gelek komên sosyalîst ve tê organîzekirin, banga tevlîbûnê hat kirin.

LIEGE

Li bajarê Belçîka Liege, çalakiya edaletê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hat organîzekirin.

Di çalakiya li Meydana Saint Lambert de berxwedana Kobanê hat silavkirin.

Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî û Fransî dirûşmên "Em edaletê dixwazin", "Em ê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Her der Kobanê her der berxwedan" hatin qîrîn û ji bo meşa Kobanê ya 1'ê Mijdarê li Brukselê banga beşdariyê hat kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî, 'çalakiya edaletê' hat lidarxistin. Girseya gel pankarta ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirt û ji Meydana Canebiere heta Walîtiyê meşiya.

Di çalakiya li vir de jî banga beşdariya meşa Roja Kobanê ya 1'ê Mijdarê li Marsîlyayê hat kirin.