Deh hezaran diherikin sînorê Kobanê
Deh hezaran diherikin sînorê Kobanê
Deh hezaran diherikin sînorê Kobanê
Bi munasebeta 1'e Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bi deh hezaran kes diherikin gunde Mehsere yê nobeta berxwedanê tê girtin.
Bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê bi deh hezaran kesên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatine diherikin gundê Mehserê ya ku nobeta berxwedanê tê girtin. Bi hezaran kesên ku li gundê Miseynterê kom bûn bi alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û ber bi gundê Mehserê ve herikîn. Girse ya ku di nav de hevparên Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê, HDP, DBP, EMEP, ESP, EMP, SGD, DAF, ODP, KESK, TMMOB, ÎHD, Meclîsên Gel, Kaldiraç, Mucadele Bîrlîgî, Partîzan, Turkiye Gerçegî, Eniya Ked û Azadiyê YDG-H û DODEF jî di nav de li gundê Dewşenê kom bûn. Girseya ji du aliyan ber bi gundê Mehserê ve meşiyan dirûşmên "Kobanê wê ji DAIŞ'e re bibe goristan" "Bijî Serok Apo", "Her der Kobanê her der serhildan" "Yek e yek e Kurdistan yek e" berz kirin û pankarta "Em bi jinên ku bûn Arîn ve sînoran rakin" "Bi ruhê Arîn Mîrxan dê Kobanê azad bibe" vekirin. Di ketina gundê Mehserê de bi deh dezaran kesan bi tîlîlî û çepikan ketin Mehserê.
Parlamenterên Rihayê Îbrahîm Bînîcî û Îbrahîm Ayhan û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tuguluk û endamê MYK'ê ya SDP'ê Garo Paylan jî beşdarî çalakiyê bûn.
Bi hezaran welatî hê jî ji bo Kobanê diherikin gundê Mehserê.