Danûstandinên heyeta Efrînê dewam dikin
Danûstandinên heyeta Efrînê dewam dikin
Danûstandinên heyeta Efrînê dewam dikin
Danûstandinên rêveberina Kantona Efrînê yên li Enqereyê dewam dikin.
Heyeta ji Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, Wezîrê Karên Derve Silêman Cafer, Alîkarê Wezîrê Karên Deve Cîhan Mihemmed û Wezîrê Aboriyê Dr. Ehmed Yûsûf a ji bo vekirina deriyê sînor ê di navbera Tirkiye û Efrînê, pêşxistina têkiliyên baş ên cîrantiyê û hewldanên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re hat Enqereyê, danûstandinên xwe dewam dike. Heyeta ku li ser vexwendina KCD û Komeleya Piştevaniya Rojava hat Tirkiyeyê, di serî de rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bi gelek derdoran re hevdîtinê bike.
Heyet di çarçoveya danûstandinên xwe de wê bi Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen re îro hevdîtinê pêk bîne, sibê jî bi endamên Mazlûm-Derê re rûnê û beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bibe. Heyet wê beşdarî kongreya ÎHD'ê ya sibê bibe û li vir der barê Efrîn û Kobanê de daxuyaniyekê bide.