Cizîr û Efrîn wê sibê ji bo Kobanê rabin ser piyan

Cizîr û Efrîn wê sibê ji bo Kobanê rabin ser piyan

Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, Kantonên Cizîr û Efrînê wê bi çalakî û mîtîngan ji bo Kobanê rabe ser piyan.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê hovîtiya xwe li dijî gelên herêmê û bi taybet li dijî herêma Kobanê zêde kirin, gelek rewşenbîr û zanyarên navdar ên li qada navneteweyî ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re, 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin. Di vê çarçoveyê de li ser banga Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) wê sibe li gelek dever û bajarên Rojavayê Kurdistanê çalakî û mîtîng bêne lidarxistin.

Bernameya çalakiyên ku wê li Rojava pêk werin wiha ne:

KANTONA CIZÎRÊ

Qamişlo: Ji çerxeriya Taxa Enteriyê ber bi çerxeriya Sonî ve saet di 14.00’an de wê xwepêşandanek bê organîzekirin.

Dêrik: Li Qada Azadî ya bajêr saet di 10.00’an de bi beşdariya welatiyên Girkê Legê, Çilaxa, Berav û Koçeran wê xwepêşandanek bê organîzekirin.

Amûdê: Li çerxeriya Hesekê ya bajêr saet di 13.00’an de ber bi Qada Şehîd Cîhad ve wê xwepêşandanek bê lidarxistin.

Dirbêsiyê: Saet di 13.30’an de li garaca nû bi beşdariya welatiyên gundên derdorê çalakiyek tê lidarxistin.

Serêkaniyê: Li Stada Şehîd Rustem Cûdî saet di 10.00’an de çalakiyek tê lidarxsitin.

Til Temir: Li Dibistana Meyselûn a bajêr saet di 13.00’an de çalakiyek tê lidarxistin.

Hesekê: Li Qada Şehîd Serhed a Taxa Muftî saet di 13.00’an de çalakiyek tê lidarxistin.

Tirbespiyê: Bi beşdariya welatiyên deverên Sinciq û Aliyan saet di 14.00’an de ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ber bi Çerxeriya Azadî xwepêşandanek wê bê organîzekirin.

KANTONA EFRÎNÊ

Li bajarê Efrînê jî li Qada Newrozê ya bajêr saet di 11.00’an de bi beşdariya welatiyên gelek gund û navçeyan xwepêşandanek tê organîzekirin.

Her wiha komîteya amadekar bang li hemû welatiyên Rojava bi Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Kildanên wê kir ku bi awayekî aktîf beşdarî van çalakiyan bibin.