Cenazeyên şervanên YPG’ê Şik û Ayaz ber bi Amedê ve birêkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Şik û Ayaz ber bi Amedê ve birêkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Şik û Ayaz ber bi Amedê ve birêkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Muhammed Şik (Rênas Karaz) û Îlyas Ayaz (Aram Tîgran) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji Rihayê ber bi Amedê ve hatin oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Muhammed Şik (Rênas Karaz) ku di heman demê de birayê Hevşaredara Sûrê Fatma Şik e û cenazeyê şervanê YPG’ê Îlyas Ayaz (Aram Tîgran) ji aliyê MEYADER ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ve hatin wergirtin û ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Riha. Piştî kar û barên otopsiyê girseya li baxçeyê morgê cenaze wergirtin, bi tilîlî û dirûşmayan ber bi Amedê ve bi rê kirin.
Hat ragihandin ku wê cenazeyên şervanên YPG’ê sibe li Goristana Yenîkoy a Amedê bispêrin axê.