Cenazeyên şervanên YPG’ê Kaya û Nas li Amedê hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Kaya û Nas li Amedê hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên Ercan Kaya û Abdullah Nas ên YPG’î yê li Kobanê di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Cenazeyên Kaya û Nas wê sibehê bişînin Sêrtê.

Cenazeyên Ercan Kaya (Gelhat Gabar) û Abdullah Nas (Mîran Dîdêrî) yên YPG’î li Kobanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan piştî ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hatin wergirtin ber bi Amedê ve hatibûn rêkirin. Cenazeyên şervanên YPG’ê li Ava Petrol a li ser rêya Riha û Amedê ji aliyê rêveberên MEYA-DER û DBP’ê û gelek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Piştre cenaze ji vir birin Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Cenaze ji aliyê sedan kesên goristanê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê “Şehîd namirin” hatin pêşwazîkirin.

Cenazeyên şervanê YPG’ê li morga goristanê tên rawestandin û sibehê saet di 09.00’de dê bên wergirtin û li Sêrtê Goristana Zeviye bên definkirin.