Çalakiya 1’ê Mijdarê li sînorê Kobanê ji şevê destpê kir
Çalakiya 1’ê Mijdarê li sînorê Kobanê ji şevê destpê kir
Çalakiya 1’ê Mijdarê li sînorê Kobanê ji şevê destpê kir
Çalakgerên nobetê yên li gundê Mehser li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê, li sînorê Pirsûsê nobetê digirin, beriya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê li sînor meşeke bi meşale li dar xistin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ku roja 47. li pey xwe hişt, çalakgerên nobetê yên li gundê Mehser ku bi rojane li hember êrîşên çeteyên DAIŞ nobetê digirin, bi wesîleya “1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê” ji şevê çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku meşale hatin pêxistin, bi sedan kesan berê xwe dan Kobanê û bi meşaleyan Kobanê nivîsandin. Di çalakiyê de dirûşmayên, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “PKK gel e gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” ku hatin gotin, welatiyan paşê dest bi meşê kirin. Çalakî bi xwendina sirûda Rojava bi dawî bû.