Bi deh hezaran kesan li Wanê piştgirî dan destana Kobanê

Bi deh hezaran kesan li Wanê piştgirî dan destana Kobanê

Li Wanê bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bi deh hezaran kes li hev kom bûn.

Bi armanca piştgiriya ji Kobanê re bi deh hezaran kesên tevî barana dijwar û dorpêçkirina polîsan derketin kolanan li hala sebze kom bûn, 10 kîlometre meşiyan û gihiştin Parka Musa Anter. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê berdevkê pêkhateyên Demokrasiyê yên Wanê Abdullatîf Tûl got ku, berxwedana li Kobanê wê pêşeroja mirovatiyê diyar bike û got "Em ê destûr nedin pêşeroja me bê tarîkirin."

Piştî Tûl Hevserokê DBP’ê a Wanê Musa Îtah axivî. Îta diyar kir ku li Kobanê destaneke dîrokî tê nivîsandin û şervanên YPG’ê ku ji bo tevahî mirovatiyê canê feda dikin li hemberî çeteyên DAIŞ ên hov şer dikin.

Piştî axaftinan girse bi awayekî bêdeng belav bû. Polîsên Tirk bi panzêrên ku alên Tirk li ser hewl didan gel tehrîk bikin. Her wiha polîsan bi TOMA'yan ciwan şopandin û gotin ‘Belav bin an na em ê mudaxeleyî we bikin.’