Bêrîtan li Tambovê hate bibîranîn
Bêrîtan li Tambovê hate bibîranîn
Bêrîtan li Tambovê hate bibîranîn
Yek ji fermandarên pêşeng ên artêşbûyîna jinê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), li bajarê Rûsya Tambovê hate bibîranîn.
Li bajarê Federasyona Rûsyayê Tambovê û gundên derdor gelek jin ji bo fermandara pêşeng a PKK’ê bibîr bînin di civînekê de li hev civiyan. Di civîna ku ji hêla komîteya jinan ve hat organîzekirin de endama komîteya jinan Medya Botan li ser kesayet û tekoşîna Bêrîtan axaftinek kir.
Botan di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna PKK'ê di dîroka Kurd û Kurdistanê de rûpeleke nû vekiriye û got, "Di vê rûpelê de berxwedan û zîrektiya jinên Kurd jî bi layiqî tê dîtin û jiyîn. Heval Bêrîtan bi îradeyek mezin li dijî zihniyeta koledarî û xiyanetkar têkoşiya û ji bo teslîmî vê zihniyetê nebe xwe fedakir. Ev îradeya heval Bêrîtan ji bo jina Kurd a tekoşer bû sembol û armanc. Ji ber vê yekê li her çar perçeyê Kurdistanê jinên Kurd bi rihê Bêrîtanan şer dikin. Herî dawî di keseyeta hevala me Şehîd Arîn Mîrxan de jî hat dîtin ku jina Kurd ji bo azadiya xwe û azadiya civaka xwe tekoşînê bilind dike.”
Di dawiya axaftina xwe de Botan da zanîn ku rihê Bêrîtanan daye avakirin ti carî li bin nakeve û got: “Êrîşên li hemberî Kurdistanê tên kirin, bi armanca teslîmgirtina vîna Kurd e. Gelê Kurd ê tiyê azadiya xwe ye berdêl çi dibe bila bibe êdî ji azadiya xwe ve venagere. Ji ber vê yekê îro keç û xortên Kurdan li hember çeteyên ku hemû kes ji wan ditirsin berxwedanek mezin raber dikin. Ev berxwedan tê wateya mayîn û nemayîna Kurdan. Keçên Kurd bi rihê Berîtanan, Saryayan, Zîlanan, Semayan û Arînan ve tevdigerin. Ev rihê ku îradeyek mezin temsîl dike ti carî li bin nakeve û wê li bin nekeve jî.”
Piştî axaftina Botan jinên ku beşdarî civînên bûne jî li ser wate û girîngiya rojê hestên xwe anîn ser ziman civîn bi dirûşima “Şehîd Namirin” bi dawî bûn.