BI DÎMEN

Beate Schwarzkopf: Divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe

Ji beşdarên 'Karavana Dayikan' Beate Schwarzkopf got, "Divê em fikrê aştiyê bikin navenda jiyana xwe."

BEATE SCHWARZKOPF

Karavana ji dayik û jinên cuda yên li Elmanyayê, ku bi armanca xurtkirina piştevaniya bi şoreşa jinê ya Rojava û nîşandana daxwaza aştiyê bi rê ket, ji du baskan ve gihîşt Berlînê. Herdu baskên karavanayê ku 13'ê Hezîranê ji bajarên Heilbronn û Hamburgê bi rê ket, di nava hefteyekê de li gelek bajarên Elmanyayê geriya.

Beate Schwarzkopf ku ji Bremenê beşdarî Karavana Dayikan bû, bersiv da pirsên ANF'ê.

Hûn destpêkê dikarin xwe bidin naskirin?

Navê min Beate Schwarzkopf e, ji Bremenê me û salek e di nava koma 'Women Defend Rojava' de me. Bi rêya vê komê min bihîst ku Karavana Dayikan wê bê vê derê. Weke koma Women Defend Rojava -dibe ku hevalên din jî qalê kiribin- 5'ê Nîsana derbasbûyî me konsereke piştevaniyê lidar xist û hatineya ji vê konserê ji Înîsiyatîfa Jinê ya li Rojava û Jinwarê re şand.

Baş e, hûn çawa bûn parçeyekî vê karavanayê?

Dema ku ji koma Women Defend Rojava hate pirsîn ku jin an jî dayik hene ku beşdarî karavanayê bibe yan na, min xwest, ez jî tevlî bibim. Destpêkê me dayikên ji bajarên cuda hatin Bremenê pêşwazî kir, kir ku bi cih bibin û ev pêvajo li vê derê bi komeleyên Kurdan bi rêxistin kir.

Gelo di jiyana we de çi bû sedem ku hûn bigihêjin vê astê?

Ez bi rêya zarokên xwe beşdarî nava koma Women Defend Rojava bûm; keça min demeke dirêj e di nava vî karî de çalak e. Têkoşîna jinan a li Rojava û hêza wan a xurt her tim bandor li min kir. Ji bo bibin hevparê vê hêza jinê, ji bo li hev kom bike min xwest bibim parçeyek ji komeke jinan. Lewma jinên li Rojava ji bo min bû modeleke mezin a mînakê.

Tevlîbûna li nava Karavana Dayikan ji bo we tê çi wateyê?

Ev çalakiya karavana cara yekê tê lidarxistin. Hîsa wê dikim ku ev yek tovek e; ev tov wê bi demê re mezin bibe. Dibe ku sala bê eger dubare bibe, hîn bêhtir dayik tevlî vê karavanayê bibin. Ez gelekî girîng dibînim ku têkiliyek, torek bi jinên Kurd ên li vê derê re bê avakirin. Di nava wan de gelek dayik jî hene. Ez gelekî kêfxweş bÛm ku bi jinên Kurd re li hev kom bûn, têkilî bi hev re danîn. Ez wê baweriyê de me ku ev têkilî wê paşerojê hîn xurtir bibe.

Gelo ev rêwîtî ji bo we tê çi wateyê?

Piştevaniya bi jinên din re, naskirina jinên nû, komkirina hêzê ya bi hev re û têkoşîna bi hev re ya ji bo aştiyê ye.

Herî dawî peyameke ku hûn dixwazin bidin heye?

Çi dibe bila bibe divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe. Gelekî hêja dibînim ku jin û dayik ji bo aştiyê radibin ser piyan. Ji ber ku em naxwazin zext li zarokên me bibe yan jî bêne kuştin. Em dixwazin ew bijîn, her wiha li cîhaneke azad mezin bibe.