Agahiyan ji Ronahiyê bigire!
Agahiyan ji Ronahiyê bigire!
Agahiyan ji Ronahiyê bigire!
Li konbajarê ku welatiyên Kobanê lê dimînin piştî ku ceryan hat, wan jî televîzyonên biçûk kirîn û ji Ronahî TV'ê pêşkatinên li Kobanê dişopînin. Welatiyê bi navê Xalîd Mihemed ê ku bi pereyê xwe yê dawî televîzyonek kirî dibêje ku Rohanî TV dengê Kobanê ye.
Bi hezaran welatiyên ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terikandin û hatin Pirsûsê li konbajaran têkoşîna jiyanê didin. Ji bo şerê li axa wan tê jiyîn bikaribin bişopînin bi pereyên xwe yên debara malbatên xwe dikin televîzyonên biçûk dikirin û pêşkatinan dişonînin. Rojên xwe bi temaşekirina Ronahî TV'ê derbas dikin. Welatiyê bi navê Xalîd Mihammed ê beriya 20 rojan ji Kobanê bi malbata xwe re hatiye Pirsûsê û li Konbajarê Rojava dijî bi pereyê xwe yê dawî televîzyonek kirî bi şev û roj Ronahî TV'ê temaşe dike.
'RONAHÎ TV DENGÊ KOBANÊ YE'
Xalîd Mihemmed destnîşan kir ku bi saya Ronahî TV'ê şerê ku diqewime dikarin bişopînin û ev tişt anî ziman: "Em ewil li Kobanê di nava şer de bûn lê ev 20 roj in piştî em hatin Pirsûsê û li konbajar bi cih bûn me agahî nedigirt. Ji ber ku me nedikarî agahiyan bigirin stresa me zêde dibû. Min jî bi pereyê xwe yê dawî televîzyonek kirî." Mihemmed ê ku da zanîn bi şev û roj li Ronahî TV'ê temaşe dike wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ronahî TV, dengê Kobanê ye. Eger televîzyona me neba me yê çawa bikariba ji Kobanê agahî bigirin."
Sevê Abdu jî bilêv kir ku wan qet xeyal nedikir rojeke li konan televîzyonê temaşe bikin lê niha televîzyon kirîne û wiha axivî: "Li Rojava Ronahî li malên hemû kesan vekiriyê. Heta niha kanalên ereban hebûn. Lê kanalên ereban der barê hebûna kurdan de jî tiştekî nabêje. Ronahî têkoşîna ku ev gel ji bo azadiyê dide hemûyan vedibêje. Eger Ronahî TV nebe em van kanalên din naşopînin."