3 cangoriyên YPG’yî bi girseyî hatin oxirkirin

3 cangoriyên YPG’yî bi girseyî hatin oxirkirin

Di şer û pevçûnên Kobanê de 3 YPG’yiyên ku jiyana xwe ji dest dan li Pirsûsê ji aliye hezaran ve hatin oxirkirin. Hevseroka Kantona Kobanê ya Meclîsa Gel Eyşê Efendî axivî û got, “Êdî sebra Kurdan nemaye” û hişyarî da hezên ku alîkariyê didin çeteyên DAIŞ’ê.

Di şerê ku li Kantona Konanê ya Rojava ev 46 roj in bênavber didome 3 şervanên YPG’yî yên ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Pirsûsa Rihayê bi tevlîbûna hezaran ve hat definkirin. Welatiyan cenazeyên YPG’yiyan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê girtin heya goristana navçeyê meşiyan. Girseyê cenazeyên YPG’yiyên bi nave Ehmed Hesen, Samî Êlî (S. Dilovan) û Mehmed Bozan tabutê wan bi alên PKK, KCK û YPG xemilandin û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê”, “Bê Serok jiyan nabe” û “YPG’ê tolhildan” hilgirtin ser milan û heya goristanê meşiyan. Her wiha di merasîme de posterên Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK,  KCK, YDG-H û YPG vekirin.  Di pêşiya girseyê de zarokên YPG’yî yên bi nave Ehmed Hesen ê 4 salî û 6 salî jî bi dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin û bavê xwe ku oxir kirin bal kişand. Parlamenterên HDP Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Bînîcî, Îbrahîm Ayhan û Parlamentera Wanê ya serbixwe Aysel Tugluk û Hevseroka Kantona Kobanê ya Meclîsa Gel Eyşê Efendî jî tevlî merasîma cenazeyan bû. Ji bo cenazeyan di serî de nimêj hat kirin û piştî nimêje yek bi yek cenaze spartin axê.

Pişt karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û li ser navê MEYADER'ê Medenî Aktar axivî û diyar kir ku kesên wijdanê wan heye divê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê rawestê û piştgiriyê bide berxwedanê.

'BI SED SALANE EM DI NAVA BERXWEDANÊ DE NE'

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî diyar kir ku çavên dijminan li ser Kurdan e û çavên hemû cîhanê jî li ser berxwedan Kobanê ye. Efendi, anî ziman ku xwîna şehîdên Kurdan li erdê namîne û tenê 3 sal na sed sal in li ber xwe didin û wiha got: "Em bi sed salan e ji bo azadiyê û mafên xwe têkoşînê didin. Ev her sê şehîdên me jî di nava vê têkoşîna bi rûmet de jiyana xwe ji dest dan. Dibêjin çima 'Kobanê nakeve' Ji ber ku li her şûna şehîdekî me gelek kesên din dadigirin. Çeka wan li erdê namîne."

'ÊDÎ SEBRA KURDAN NEMAYE’

Efendî, da zanîn ku kesên felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kirin jiyan tu caran li hemberî êrîş û zordariyan serê xwe natewînin. Efendî bertek nîşanî Serokomarê Tirk Erdogan da û wiha bang li wî kir: "Êdî sebra Kurdan nemaye. Îro bi destê te bi sedan top û gule li Kobanê dikevin. Kobanê ji rûye tê û kesên wek tê yên ku alîkariye didin çeteyên DAIŞ’ê bi wan êrîşan re rû bi rû dimînin. Em dibejin bi lêz û bêz dest ji wan hevkariyên xwe yên qirej berdin."