ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
-
Keça serhildêr a Kurdistanê: Leyla Agirî
Leyla digot, jinê dema ku îdeolojiya koletiyê ji holê rakir, hingî azad dibe. Mîna ku digot û jê bawer dikir jiya. Bû yek ji wan kesan ku wate vediguherand gotinê, gotin jî vediguherand çalakiyê.
-
Xweserî heqê Êzdiyan e
Êzidî naxwazin bibin leşker û memûrên PDK an jî Iraqê. Êzidî xweseriya Şengalê dixwazin. Niha li Şengalê hêzên rewa ew hêz in ku vîna xweseriya Êzdiyan û xweparastina Êziyan qebûl dikin. Yên ku li derveyî yasa û hiqûqê jî ew in ku vê rastiyê qebûl nakin.
-
Dijberiya ku zehmet e li hev bê anîn
Xeta herî hevkar û hişk a dîrokê û xeta herî azadîparêz û civakîparêz li Kurdistanê hatine hemberî hev û têdikoşin. Zehmet e ku li hev bên anîn. Wê demê ya herî rast ew e ku nêzîkatiyeke têkoşîna demokratîk a bi pîvan bê nîşandan.
-
-
'Pêşeng' û 'rewşenbîr' ên welatê min
Ev demeke ku hizrekî xurt di min de çêbûye û her bela, xiyanet, paşketin, dizî û talanê dibînim. Yekser 'rewşenbîr' û 'pêşeng' ên nav me bi xwe tawanbar dikim.
-
Hevkariya PDK-Tirkiyê ne razek e
PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û hewl dide ku Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike. Ji bo vê jî li ber e ku bi fiîlî tevlî nav êrîşan bide.
-
Trump hevkarê Erdogan e
Xuya ye ku Trump dagirkirina Tirkiyê ya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo Erdogan weke çîrokek serketî dibîne. Bêguman, Kurd vê weke destdana qirkirina Kurdan fêhm dikin. Trump bi vê helwesta xwe bûye hevkarê polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan.
-
Maskeya PDK’ê: Kurdîtî
PDK bi rastî jî partiyeke Kurdan e? Kurdîtî maskeyeke PDK’ê ye yan jî rastiya wê ye? Di qirkirina Kurdan de partiyeke ku bi Tirkiyeyê re tevdigere gelo çiqasî dikare bibe partiya Kurdan?
-
-
Yekîtî xwe ferz dike
Hem ji bo parastina destkeftiyên li Başûr, hem jî ji bo parastina beşên din ên Kurdistanê yekîtiya neteweyî şert e. Parastina destkeftiyên li Başûr berpirsyariya partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gel hemûyan e.
-
Têkçûna sîstema tecrîdê
Têkçûna polîtîkaya tecrîdê nîşaneya têkçûna polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Yên ku azadî, wekhevî, aştî, demokrasî û edaletê dixwazin, ji bo welat û cîhaneke azad divê bi her awayî tevlî têkoşîna azadkirina Rêber Apo bibin.
-
Kêliyên berxwedan û cengê -II
Li berxwedanekê bihizirin ku bi rengê jina azad be, li cenga şerekî serketî bihizirin ku fermandariya wê jina pêşeng a azad be. Li biryardariya serketineke domdar bihizirin ku pêşengiya wê jina zane ya xwedî îdayên mezin be.
-
Roniya çavê mirovahiyê hemûyî
Li çar beşên Kurdistanê Kurd dê Cejna Vejînê, 15'ê Tebaxê pîroz bikin. Cejna Vejînê ya gelê Kurd pîroz be. Di serî de Fermandar Mahsum Korkmaz ango Egîd, şehîdên şoreşa Kurdistanê hemû yên ku di vê vejînê de rola wan heye, em bi rêz û minet bi bîr tînin.
-
-
-
Hêza têkoşîna yekbûyî ya jinan
Weke ku di mînaka parastina Peymana Stenbolê de derkete holê, têkoşîna yekbûyî ya jinan sînerjiyeke bêhempa û hêzeke xurt a berxwedanê afirandiye, tirs berdaye dilê faşîzma mêr-dewletê.
-
Li dijî dagirkeriyê yekîtî şert e
Hem ji bo parastina destkeftiyên li Başûr, hem jî ji bo beşên Kurdistanê hemûyan yekîtiya neteweyî şert e. Parastina destkeftiyên li Başûr berpirsyariya partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gel hemûyan e.
-
-
Di siyaseta Kurd de guhertina zîhniyetê
Rêveberiya PDK'ê guhertina ku PKK'ê kiriye û guhertina stratejîk a dewleta TC'ê nabîne. Li zîhniyet û siyaseta salên 1990'î aliqî ye, asê maye. Jê heye, her ku li ber PKK'ê rabe wê bi pêş bikeve. Lê belê PKK qels bibe wê PDK bêhtir qels bibe.
-
Qîrîn
Qîrînên zarokan û hawara dayikên cilspî Şengalê tê guhê min îro dîsa.
-
Destkeftî encex bi hilweşandina faşîzmê têne parastin
Hemû têkoşînên antîfaşîst divê li dora armancên hevpar werin yekkirin û wan bikin yek tevgera demokrasiyê. Ango esas e ku çalakiyên antîfaşîst li ser armanc, rêgez, rêbaz û rêveberiyê de werin yekkirin û berê wê bikeve ser armanca hevpar.
-
'Wê nikaribin dagir bikin û serwer bibin'
Hikûmeta AKP-MHP’ê bi tifaqan, bi êrîşan nikare pêşî li gerilayên PKK’ê bigre. Nikare helwesta civakê bêdeng bike. Hesabên ku dikin ew e ku xwe li ser axa Başûr serwer bike, dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi tifaqan rewa bike.
-
Şoreşa sedsala bîst û yekemîn
Wisa diyar e ku wê encama vê berxwedanê qeder û dahatûya vê şoreşê diyar bike. Di nav berxwedaneke wisa de em dikevin sala nehemîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê û belkî sala nehemîn bibe sala berxwedaneke mezintir.
-
Berxwedana bi ruhê serfiraziya 14’ê Tîrmehê
Çawa 38 sal berê li dijî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê bi ruh û xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê berxwedan hatibe kirin, îro jî li dijî faşîzma AKP û MHP’ê jî divê bi heman rengî berxwedan were kirin û serkeftin were bidestxistin.