ANALÎZ
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Kûrewîbûn, ji ber ku polîtîkayeke ku ji jor ve tê afirandin, jiholêrakirina hêmanên dibin asteng ferz kir. Gelek herêmên cîhanê veguherandin qadên şer, rê li ber sefaletên aborî vekir û li gel tehrîbkirina xwezayê rê li ber wêraniyeke ekolojîk vekir.
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê hevkariya Dewleta Tirk-PDK'ê -Analîz
Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Dewleteke sosret e ku dîn, îman, mezhebê xwe nîne û dijminê mirovahiyê ye. Lê belê eger rola PDK'ê ya di êrişa li Şengalê neyê dîtin, wê rastî neyê fêhmkirin û bê nixumandin.
-
Şerê cîhanê û Kurd
Dîrok dibêje ku di şerê cîhanê yê 3’emîn de wê gel şoreşê bikin û berê dîktatoran bide xwekuştinê.
-
Rabûna li dijî tecawiza faşîst
Li ser civaka Kurdan zext û êrîşên normal nayên kirin, berevajî wê faşîzm û qirkirineke li ser esasê tecawiz û fihûşê tê kirin. Karakterê dewleta Tirk û faşîzma AKP û MHP’ê wisa ye. Diyar e ku faşîzm û qirkirin bi her awayî tê wateya rejîma tecawizê.
-
-
Di sala 2019'an de Kurdistan bû mîna Vîetnamê
Destketiya herî mezin a sala 2019'an ev e: 2019 sala Vîetnambûna Kurdistanê ye. Berdêlên ku di dîroka Kurdistanê de li hemberî komkujiyan hatin dayin gerdûnî bûn û vê yekê jî careke din nîşan da ku ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve.
-
Qetlîama Parîsê û rastiya cîhanê
Heke kesên ku qetlîama Parîsê kirine bihatina darizandin wê îro cîhan ne di vê rewşê de bûya. Ango wê faşîzma AKP û MHP’ê evqasî teror û qetlîam nekira, wê êrîşî Rojava nekira û leşker neşanda Lîbyayê, wê çeteyên wekî DAÎŞ’ê qetlîamên hovane nekirina.
-
Sakîne cewher û dîroka Dersim û Kurdistanê ye
Ya ku Sakîne ev çend xurt kirî, li bara êşkenceyên giran jî kirî ku serê xwe netewîne ev Kurdatiya gewherî ye ku li Dersimê çêbûye. Sakîne gewhera Kurdistanê û Dersimê, dîroka wê ye.
-
Şerê Îranê û DYE'yê û Rojhilata Navîn a demokratîk
Bi vê êrîşê re rewş wê zêdetir tevlîhev bibe û ji bo xwediyên wê, wê ti encamê neyîne. Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi çarçoweya demokratîkbûnê û Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn pêkan e.
-
Di sala 2020'an de rola Kurdan
2020 wê bibe saleke welê ku AKP wê têk biçe, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê gavên girîng bên avêtin, Kurd wê bibin xwedî statu û jin wê bi ser bikevin.
-
Şerê Sûriyê û Libyayê wê bibe dawiya Tayyîp?
Ji niha û pê de zehmet e ku rêveberiya Tayyîp meşa xwe ya li gel Rûsya û Îranê weke berê bidomîne. Şerê Libyayê ku kişandine nav jî weke ku wê têkçûna mîsoger û berbiçav diyar bike.
-
Biyofîzîkvanê ku bi gen a pitikan lîst hate cezakirin
Li Çînê, di sala 2018'an de pitikên ku gen a wan hate guhertin ji dayik bû. Biyofîzîkvan He Jîankûî ku mohra xwe danî binê vê skandalê li dinyayê deng veda û bû sedema nerazîbûnan. Li Jîankûî sê sal cezayê girtîgehê hate birîn.
-
'Ya ku li Mereşê hate kirin qirkirine'
Li Mereşê Kurdên Elewî hatin qirkirin. Mîna Qirkirina Dersimê. Ji ber ku li rojavayê Firatê Kurdên Elewî, yanî Kurd nehatin hiştin bêguman em ê vê yekê weke Qirkirina Kurdan binirxînin. Ji ber ku plana Şark Islahat planeke qirkirina Kurdane.
-
Kurdên îmze davêjin binê belgeya Îslahatê Şerq
Eşkere ye ku kîjan hêz ji lidarxistina Kongreya Netewî re ne amade bin, ew ji planên Îslahatê Şerq re dibêjin erê! Derveyî vê ti behane û sedemek ti hêza Kurdî ku tevlî Kongreya Netewî nebin, tineye.
-
Pêşdîtina sala 2020'an
Wê demê kêm maye ku dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bê. Ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan gelo ji vê girîngtir qonaxek heye? Encama ku têkoşîna sala 2019'an afirand û dewrî sala 2020'an kir encameke wiha ye.
-
Berxwedana xwerêveberiyê ronahiya vê serdemê ye
Eger beriya çar salan bi fedakarî û wêrekiyeke mezin berxwedana xwerêveberiya demokratîk nehatibûya kirin, berxwedana ji bo hilweşandina faşîzmê niha nepêkan bû û kesî nekarî gotinekê jî li dijî faşîzmê bêje.
-
-
Ne dema nîqaşê ye, dema çalakiyê ye
Divê her kes pêvajoyê rast binirxîne û ji bo serxistina berxwedana antîfaşîst çi ji dest bê bike. Ev yek jî ne bi gotinê û nîqaşê dibe, ev yek bi çalakiyên antîfaşîst ên bênavber dibe. Her kes bi vî rengî tevbigere wê hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê nêzîk be.
-
-
Rojhilata Navîn a Demokratîk yekane rêya çareseriyê ye
Yekane rêya çareseriyê; şoreşa demokratîk a gelan e, şoreşa azadiyê ya jinan e, Konfederalîzma Demokratîk e ku xwe dispêre xweseriya demokratîk. Yanî demokrasiya xwe dispêre berxwedanê û yekîtiya xwe dispêre biratiyê ye.
-
Sala 42'emîn a PKK'ê
Diyar e ku wê sala 40’emîn a PKK’ê wekî lêhûrbûna salên borî bidome û wê rê li ber geşedaneke di wê astê de veke. Wê di çareseriya doza Kurdan de rêyeke mezin were vekirin û gavên cîddî werin avêtin.
-
Dagirkirina Rojava û encamên wê
Dewleta Tirk a ku ji bo dagirkeriyê êrişî Rojava dike, winda dike. Bi tenê bi vekişîna li nava sînorên xwe jî wê rizgar nebe.
-
Girîngiya berxwedanê û yekîtiya Kurdan
Kurd dikarin li ber êrişên qirkirinê yên plankirî rabin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya azadiyê û hebûnê xurt bikin. Ji bo vê jî divê destpêkê van rastiyan bibînin, piştre berxwedan û yekîtiya demokratîk a navxweyî pêk bînin.
-
Herêmên DAÎŞ’ê yên di destê Erdogan de
Ma gelo ne zelal e ku Erdogan bi çeteyên wekî DAÎŞ û yên din wê li ‘Herêma Ewle’ ya ku wê ava bike, van çeteyan perwerde bike û ji bo armancên xwe bi kar bîne û bi van çeteyan gefan li cîhanê bixwe?
-
-