ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li perçekirina ciwanên Kurd temaşe kirin
Alozî û rageşiyên li Wertê ti feydeya xwe ji bo PDK’ê jî tine ye. Di serî de wê gelê Başûr, Kurd hemû wê zirarê bibînin. Divê tavilê dawî li vê rewşa ku neyarên Kurdan kêfxweş dike, bîne.
-
-
Parçekirina Kurdistanê xizmeta kê dike?
Pirsgirêka Tirkiye ne PKK ye, belku pirsgirêka wê, Îran, Sûriye, Emerîka û Ewropa jî hebûna Kurdê Azad e. Ew Kurdên teslîmkar dixwazin. Kurdekî dixwazin ku ji xwe biyanî û bêdeng be. Kurdekî parçebûyî û nezan dixwazin ku baştir xizmetê wan bike.
-
Yasaya darvekirina giştî
Mirov nikare qebûl bike ku bi deh hezaran girtî li ber çavan bi hêviya mirinê ve werin hiştin. Lê gotina,''em vê qebûl nakin' encamê nayîne û têrê nake. Divê mirov çalakiyeke wiha deyne holê ku girtiyan ji komkujiyê xilas bike.
-
Gelan kapîtalîzm xistine lêpirsînê
Bi vîrusa koronayê re paşeroja kapîtalîzmê jî tê nîqaşkirin. Çawa ku tê gotin piştî bûyerên wisa mezin ti tişt li ser qiyasa berê namîne. Bêguman ne pergala kapîtalîst wê wekî xwe bimîne ne jî gel êdî vê pergalê wisa qebûl dikin.
-
Provokasyonên rejîma Baasê
Rejîma Baas divê dest ji helwest, nêzîkatî û kiryarên xwe yên înkarkirinê, tinehesibandina Kurdan û pesindana rejîma faşîst a Tirk berde. Ya ku tê hêvîkirin ev e, lê belê hefteya derbasbûyî li Qamişloyê êriş bir ser endamên asayîşê yên rêveberiya xweser.
-
Bi demagojî, propaganda û zextan ser rastiyan tê girtin
Li Tirkiyê di nav wan welatên Yekîtiya Ewopayê de ji hêla bûdçeya ku ji bo tendiristiyê vediqetîne li gel ku di rêza dawî de ye û serê kesekî doktor, hemşîr û personelên tendiristiyê li gel ku ya herî kem e jî çawa dibe ku pergala tendiristiyê baş be.
-
Di Şerê Cîhanê yê Sêyan de çekên biyolojîk
Hêla vîrûsê dema ku mirov lê binere mirov nikare wê ji pergala modernîteya kapîtalîst û şerê wê yê 30 salî ya cîhanê cuda bifikire. Ango vîrûsa koronayê êrîşeke biyolojîk e û weke parçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyan ku ev 30 sal in didome, derketiye holê
-
-
Pêşmergebirina Karoxê bi tehlûke ye !
Li Qendîlê li cihekî ku weke cihê YNK’ê tê zanîn PDK dixwaze bi pêşmergeyên xwe bikeviyê... Tekane wateya vê hewildana bicihkirina pêşmergeyan dorpêçkirina gerîlayan e ku wê ev bi xwe tansiyona li herêmê bilindtir bike heta dibe ku rê li şer veke.
-
Îsyana civakbûna dîrokî: Abdullah Ocalan
"Kurdan bi vî Rêberî re li koka xwe ji nû ve vejiyane. Vê vejînê di her rojên 50 salên dawî de nirxên nû li xwe zêde kiriye, hîn bedew bûye û veguheriye rastiya gelekî ku li nava tevahiya mirovahiyê dibirqîne."
-
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Min lîstik xira kir
Di şexsê min de dixwestin PKK'ê û Tevgera Azadiyê tine bikin. Her tişt li ser mirina min eyar kiribûn. Bi giranî bi fîzîkî û heke ev nebûya jî tinekirina min a ji hêla maneyê ve hedefa sereke bû. Komplo bi helwesta min asteng bû û nesazkar bû.
-
-
Keştiya nû ya Nûh...
Di rewşa berdest de mirovahî nikare jê bireve ku berê xwe nede jiyana demokratîk-ekolojîk. Ne hemû cîhan, kapîtalîzm dirûxe. Li dijî vê Keştiya Nûh a nû modernîteya demokratîk e.
-
-
Divê Kurd piştgirê hev bin
Kurdan dît ku di vê dema vîrusê de jî di bin nîrê pergala mêtinger û qirrker de ne. Vîrus nabêje ev Tirk yan jî Kurd e, nabêje ev dewlemend yan jî feqîr e lê dîsa jî tê dîtin ku vîrus bi awayekî neyînî herî zêde tesîrê li Kurdan dike.
-
-
-
Lehengiya şoreşgerî ya pêncî salî
Pêncî salên dawî li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye dema lehengiya şoreşgerî ya bênavber. Rastiya şoreşgerî ku îro di Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan-HBDH de şênber bûye û di xeta serketinê de dimeşe ev rastî ye.
-
-
-
Jêdera vîrusê kapîtalîzm e
Dibe ku lêpirsîna sersebeba vîrusa koronayê ji bo mirovahiyê jî deriyên xêrê veke. Di milê mirovahiyê de pêşketina hişmendiya xwexilaskirina ji kapîtalîzma ku dijminê mirovahî û civakê ye wê pêngavekê jî bi têkoşîna antîkapîtalîst bide avêtin.