ANALÎZ
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.
Derdê wî ti carî ne çêkirina nûçeyan an jî edîtorî bû. Ji bo wî ya esasî ew bû ku kolektîf bixebite, bi hevalan re hilberîne, li saziyê di nava piştevaniyê de be û li gorî rojevê rastiyan ronî bike.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Hemû Nûçe
-
Sala nû ewrên tarî belav dibin
Bi hêviya 2021’an di serî de desthilata AKP-MHP, hemû desthilatên faşîst-despot têk biçin, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dema azadiyê were.
-
Gelo 'destên derve' hatin şkandin!
Tişta herî aqilane ya rêveberiya Başûrê Kurdistanê bike ew e ku bi feraseta yekîtiya neteweyî guh bide daxwazên gel, li seranserî welat pêvajoyeke demokratîk bi gel bide destpêkirin.
-
Xweserî man û neman e
Bê xwerêveberî û bê xweparastin qirkirina Êzdiyan nayê astengkirin. Jixwe dem û çaxê modernîteya kapîtalîst ji bo hemû nasname, bawerî û çandên li derveyî neteweyên serdest qirkirin e.
-
Çi li pey provakasyona PDK’ê ya li dijî Rojava heye?
PDK beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Kazimî ya Enqerê bi gotina ‘YPG’ê êrîşî Pêşmergeyan kir’ dest bi operasyonên qirêj ên li dijî Rojava kir. Starta vê provakasyonê ya piştgiriyeke tam dide dewleta Tirk berî niha bi du rojan Mesûr Barzanî dabû.
-
-
Destavêtin polîtîka dewleta Tirk e
Li gel jinan divê civak hemû li dijî van destavêtinan rabe ser xwe. Ji ber ku tecawizên li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan hemû ye, divê Kurdên li beşên din jî rabin ser xwe. Hingê dê were fêmkirin ku em bi rastî bûne netewe, neteweyeke rast û durist.
-
Dubarekirina dîrokê ji hêla Barzanî ve
Girtiyê siyasî Mutelib Ehmedî ku di girtîgehên rejîma Îranê de tê girtin di derbarê siyaseta Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) de gotarek nivîsand û tê de nêrîn û nirxandinên xwe par ve kir.
-
Lihevkirinên demkî û devkî!
''Heya siyasetê van welatên hêgomon û îstîsmarger neyê guhertin û siyasetek exlaqî û paqij nedin avakirin wê rewşa Rojhilata Navîn wisa be û ji vê ya jî xirabtir bibe.''
-
Di yekîtiyê de helwêsta gel girîng e
Em bawer dikin ku, di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, raya giştî û gelê Kurdistanê hemû eger li dijî êrişkariya dewleta Tirk bibin xwedî helwêst, hêzên siyasî yên Kurd hemû dê ji vê helwêsta gel hêzê wergirin û li dijî dewleta Tirk helwêstê nîşan bidin.
-
Şoreşgeriya demên krîtîk
Di demên krîtîk de mirov ji bo ku karibe encamê werbigire, divê bi culhet be, xwe lê biqewime û çalak be, ji aliyê din ve jî divê mirov baldar be û bi tevdîr tevbigere. Şoreşgeriyeke wisa dikare destpêkêke nû pêk bîne û encamê ji tekoşînê werbigire.
-
-
Cîhana PKK'ê
Her ku hêzên qirker dixwazin PKK'ê li Kurdistanê tune bike, PKK li tevahiya cîhanê belav dibe. Fikrê Modernîteya Demokratîk ê Rêber Apo û bicihanîna wê, cîhaneke bi vî rengî ya nû, azad, bêzext, bêtalan, cîhaneke demokratîk û parvekar diafirîne.
-
Yên xwestin tine bikin tine dibin
Fermandarê leheng yê Sûra Amedê Çiyager Hêvî bi bawerî û pêşdîtin gotina 'Dê dawî muhteşem be' qêriya bû. Bi hêviya ku ev heqîqet mîna Kurdistana azad, Tirkiye û rojhilata Navîn ya demokratîk pêk were.
-
Lanetê li sîxuriyê bînin
Xulase, xirabî û êrişa herî mezin ya dagirkeriya qirker ya Tirk li dijî civaka Kurd ev polîtîkaya sîxûrkirinê ye. Bi hêviya ku li dijî vê Kurd pîvanên welatperweriyê xurt bikin, bi civaka rêxistî bikarin xwe rizgar bikin...
-
-
Divê gelê Kurd hestiyar be
Ji ber ku gerîla ji bo gel xwe berpirsyar dibîne şerekî rû nedaye. Lê hem talûke hem jî rageşî dewam dike. Seba vê, lazim e ku hestiyariya hem gelê kurd hem jî raya giştî der barê mijarê de di asta herî jor de be.
-
Bêhurmetiya PDK'ê ya li Başûrê Kurdistanê
Medyayên PDK’ê, dibêjin ku PKK ji bo xaka Herêma Kurdistanê bûye cihê metirsiyê û ji Hikumeta Herêm re rêz nagire. Ew di demekî de ye ku PDK bi xwe rêzê ji Hikumeta Herêm re nagire û metirsiya herî mezine li ser ezmûna Başûrê Kurdistanê.
-
Gavên ber bi xiyanetê ve
Gelo çima îro hêzek, partiyeke Kurd li gel polîtîkayên dewleta faşîst-qirker a Tirk zext û zilmê li gelê xwe dike? Çawa dibe ku partiyeke Kurd hem xwe dispêre vî gelî hem jî zextê li gelê xwe dike?
-
-
Têkiliya yekîtiya neteweyî û têkoşînê
Gelo çima PDK li her çar parçeyên Kurdistanê xwebirêxistin dike lê PKK li her çar parçeyan nikare xwebirêxistin bike? Diyar e ku PDK xwe wekî tekane partiyê dibîne û heke qaweta wê hebe, ew ê partiyên din tune bike û bi tenê ew bimîne!
-
Peyama Barzanî, Garê û konsepta dewleta Tirk
Îro dema em li dîroka Kurdan dinêrin, her dibêjin ku sebeba sereke ya têkçûna şoreşên Kurdan xiyanet û kêmasiya yekîtiyê ye. Piştî 97 salan, yekitî û hevgirtina Neteweyî li dera han, gelekî heyf û mixabin em qala şerekî muhtemel dikin.
-
PDK çima dora Garê digire?
Ji bo ku siyaseta Kurdan bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bike, şerê navxweyî ji holê rabe û yekîtiya neteweyî pêk were, feraset û siyaseta demokratîk hewce ye.
-
Ev şer wê bibe şaşiyeke mezin
Heke PDK bi TC'ê re li Garê li qadên gerîla bi gerîlayan re şer bike wê meşrûiyeta xwe ya di nava gelê kurd de bi temamî ji dest bide. Dema ku bi TC'ê re êriş bike wê gelê kurd vê qebûl neke û ji bîr jî neke. Wê ev gav bibe gava ku PDK xwe biqedîne.
-
-
'Li Kurdistanê qanûna jiyanê azadbûn e'
Li gorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di neqebîna serkeftin û azadbûnê de têkiliyeke hişk datîne, "Ê ku nikare azad bibe nikare bi ser bikeve, yê ku nikare bi ser bikeve nikare bijî! Li Kurdistanê qanûna jiyanê ev e."