BI DÎMEN

Karasû: Ew zanyar û derwêşê çiyê bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û got, "Hevalê Fûat ew hevalê me bû ku heqîqeta Rêbertî herî baş fêhm dikir û ji hevrêyên xwe re bi rengê herî baş vedigot."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû peyameke bi dîmen ji bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) a li bajarê Koln ê Elmanyayê re şand.

Karasû bal kişand ser qîmetê ku Kaytan dida perwerde, çand û hunerê û destnîşan kir ku perwerdekarê bingehîn ê partiyê û kesê herî zêde rastiya Rêbertî fêhm kiribû.

Karasû got, "Dema ku mirov hevalê Fûat dixwîne rastiya mirovahiyê, rastiya civakê, rastiya Kurd-Kurdistanê, tevgera azadiyê, dîrok û rastiya têkoşînê baştir fêhm dikin. Em Kurdistana azad a ku tê xwestin bê avakirin baştir fêhm dikin."

Axaftina Karasû bi vî rengî ye:

"Ez zanyarê van çiyayan, derwêşê van çiyayan, hevrêyê 50 salan ê Rêber Apo, damezrîner, yek ji damezrînerên Tevgera Apoyî hevalê Fûat bi minet û hurmet bi bîr tînim. Em careke din sozê didin ku em ê hesreta wî li Kurdistana Azad bi cih bînin.

Hevalê Fûat ji sala 1973'an û pê ve nas dikim. Li Fakulteya Zanistên Siyasî em li heman polê bûn. Min wê demê hevalê Fûat nas kir. Hîn destpêkê min dît ku şoreşgerekî mezin e, mirovekî gelekî hêja ye.

Hevalê Fûat bi Rêber Apo re di sala 1973'an de koma Apoyî ava kir û 50 salan bêteredût hevrêtî ji Rêber Apo re kir. Hevalê Fûat di nava tevgera me ya azadiyê de, di nava partiya me de ji bo me hemûyan hevrêyekî mînak bû. Sekin û kesayetiya hevalê Fûat ji bo me hemûyan mînak bû.

'DI PERWERDEYÊ DE ROLA WÎ DIYARKER BÛ'

Hevalê Fûat di perwerdekirina şervanan, hevrêyan û partiya me de xwedî rola diyarker bû. Perwerdekarê herî bingehîn ê partiya me bû. Ji vî alî ve di afirandina hest û fikrê tevgera me ya azadiyê de ji her kesî bêhtir hewl da, bi rola xwe rabû.

Hevalê Fûat ji roja destpêkê heta bi şehadeta xwe da pey Rêbertî, têkoşîna li ser xeta Rêbertî ji xwe re kir esas. Ew heval bû ku herî zêde Rêbertî fêhm kir. Rêber Apo ji bo hevalê fûat got, hevalê herî zêde min fêhm kir, min vegot bû. Bi vî rengî raxist pêş çavan bê hevalê Fûat Apoyiyekî çawa ye, hevrêyekî çawa ye.

Di sala 1973'an de Rêber Apo nas kir. Hevalê Fûat ewladê malbatekê ye ku Qirkirina Dersimê dît, ji Qirkirina Dersimê bi bandor bû û hate sirgûnkirin. Bi bihîstina Qirkirina Dersimê mezin bû û li Dersimê li hemberî van kiryarên qirkirinê gelekî bi hêrs bû.

Ev hêrsa mezin a hevalê Fûat a li hemberî Qirkirina Dersimê, piştî ku Rêber Apo nas kir veguherî welatparêziyeke Kurd a mezin. Hevalê Fûat ji ber xurtbûna hestên xwe yên welatparêziyê û pîvanên welatparêziyê bû welatparêzekî mezin, şoreşgerekî mezin, milîtanekî mezin. Qirkirna Dersimê bi welatparêziyeke mezin veguherand wateyê.

'YÊ KU HERÎ ZÊDE RASTIYA RÊBERTÎ FÊHM KIRIBÛ'

Di wê baweriyê de bû ku li Kurdistana Azad dikare tola Qirkirina Dersimê hilîne. Hevalê Fûat bi vî aliyê xwe hevalekî welê bû ku di nava tevgera me de hêrsa xwe ya li hemberî mêtingeriya qirker, polîtîkayên li ser Kurdistanê û polîtîkayên li ser gelê Kurd nîşan dida. Yek ji wan hevalên me bû ku rastiya Rêbertî, heqîqeta ku Rêbertî danî holê herî zêde û baş fêhm kiribû û ji hevrêyên xwe re vedigot.

Ji bo Rêber Apo di nava rêxistinê de baş bê fêhmkirin, rast bê fêhmkirin, bi rengekî rast bi cih bê anîn hevalê Fûat gelekî hewl da. Di hemû civînên tevgera me de rastiya Rêbertî danî holê, ji bo tevgera me, milîtanên tevgear me û avaniya wê ya rêxistinî di nava rastiya Rêbertî de têbikoşin, gelekî hewl da. Weke ku min got, di vê mijarê de hevrêyek bû ku em hemû perwerde dikir.

Ew zanyarekî rasteqîn bû, derwêşek bû. Feraseteke wî ya seranser nebû, nêzîkatiyeke wî ya seranser nebû. Girîng didît ku her mijarê bi kûrahî binirxîne.

Ji xwe hevalekî me bû ku gelekî dixwend û gelekî dinirxand. Xwendina xwe jî nirxandinên xwe jî ji hemû hevalan re radigihan. Hevalê Fûat bi rastî jî ji aliyê afirandina biryardariya têkoşînê, xurtkirina tevgera me ya azadiyê û îradeya têkoşînê de timî roleke girîng bi cih anî.

Têra şervanan kir, têra ciwanan kir, têra fedaiyan kir. Hewldana wî ya herî mezin perwerde bû. Rêber Apo destnîşan kir ku wezîfeya herî girîng a rêveberiya rêxistinê perwerde ye.

Yê ku herî zêde ev bi cih anî jî hevalê me Fûat bû. Lewma divê mirov hevalê Fûat gelekî baş nas bikin. Divê nivîsên hevalê me Fûat bêne xwendin, pirtûkên wî bêne xwendin.

Bi rastî jî divê mirov li bernameyên hevalê Fûat guhdarî bikin, jê sûdê werbigirin. Lewma dema ku mirov hevalê Fûat dixwîne rastiya mirovahiyê, rastiya civakê, rastiya Kurd-Kurdistanê, rastiya tevgera azadiyê, rasstiya dîrokê û têkoşînê baştir fêhm dikin. Em Kurdistana azad a ku tê xwestin bê afirandin, baştir fêhm bikin.

Ji ber vê jî divê em hemû hevalê Fûat bi rastî jî hîn bibin. Li Ewropayê bi milyonan mirovên ji gelê me hene. Ji welêt hatiye qutkirin. Ji Mersinê hatiye qutkirin. Ji Mereş, Meletî, Sêwas, Semsûrê hatiye qutkirin. Rojavayê Firatê hema bibêje ji Kurdbûnê hatiye xalîkirin. Ji her aliyên Kurdistanê Kurd li çar aliyên cîhanê belav bûne. Gelê me yê li Ewropayê divê baş bibîne û fêhm bike bê hevalê me Fûat welatparêzekî çawa bû. Hevalê Fûat vê dibêje; piştî ku min Rêber Apo nas kir, feraseta azadiyê ya Rêber Apo, feraseta wî ya welatparêziyê dît, min hîn bêhtir ji Dersimê hez kir. Got, ez bûm aşiqê Dersimê. Rêber Apo bi rastî jî feraseteke welatparêziyê, feraseteke azadiyê ya kûr da me tevahiya gelê Kurd. Hevalê Fûat di heman demê de ji bo tevgera me, ji bo gelê me afirînerekî hestê bû.

'QÎMET DA ÇAND Û HUNERÊ'

Hevalê Fûat helbestvanek bû. Hevalek bû ku hestên xwe bilind bû. Hevalek bû ku pîvanên xwe yên qebûlkirin û redkirinê hebû. Hevalek bû ku pîvanên xwe yên bedewiyê hebû. Lewma di afirandina hestên tevgera me de, di afirandina pîvanên ecibandinê de hevalê Fûat bi roleke girîng rabû bû. Heta ku şoreşek nebe xwedî huner û wêjeyê, ew şoreş nikare mayinde bibe.

Hevalê Fûat bi vê têgihiştinê her tim qîmet da çand û hunerê, girîngiya çand û hunerê ji bo tevgera me danî holê. Ji vî alî ve di gelek civînan de, di gelek karî de helbestên xwe xwend û ev hest gihand hemû hevalan. Ji xwe helbesta 'Ben Însandim-Ez mirov bûm' ya hevalê Fûat e, ku piştî şehadeta hevrê Hakî Karer nivîsî bû ku şehîdê me yê destpêkê yê tevgera me bû.

Ev aliyê xwe yê hestê, ev aliyê xwe yê aşiqê demokrasî û azadiyê bi şênberî danî holê. Lewma weka wasiyet hevalê Fûat divê em girîngiyê bidin çand û hunerê, di pêşvebirina çand, huner û wêjeyê de em hemû wezîfeyên xwe bi cih bînin. Girîngîdayina li van xebatan girîngîdayina li azadiya gelê Kurd, têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd e. Bi vê wesîleyê min xwest vî aliyê taybet ê hevalê Fûat destnîşan bikim.

Bi rastî jî şehadeta hevalê Fûat valahiyek di nava me de çêkir. Em valahiya wî timî hîs dikin. Dixwazim vê bibêjim; ji bo dagirtina valahiya wî divê mirov hîn bêhtir wî fêhm bikin, hîn bêhtir xwe li têkoşîna li ser xeta Rêbertî bigirin. Hevalê Fûat bi rastî jî şoreşgerekî mezin bû. Ji xwe yên ku nivîsên hevalê Fûat xwendine, li bernameyên wî guhdarî kirine, baş dibînin bê hevalê Fûat welatparêz û şoreşgerekî çawa ye li ser xeta Rêbertî.

Ji vî alî ve ji bo me hemûyan mînak e, divê em hemû ji xwe re bikin mînak. Lewma hevalê Fûat ji bo me hemûyan nirxekî gelekî mezin e. Şehadeta wî valahî xistibe nava me jî wê ji niha û pê ve di nava têkoşîna me de bijî, di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bijî.

Dema ku gelê Kurd azad bû herî zêde em ê ji wî hîn bibin bê Kurdistaneke azad wê çawa be, em ê çawa civakeke azad ava bikin. Di afirandina civak û Kurdistana azad de em ê li ser bingeha nirxên ku wî danîne holê mirovên xwe, welatê xwe bedew bikin. Bi vê wesîleyê hevalê Fûat careke din bi minet û hurmet bi bîr tînim.

Em careke din soz didin ku têkoşîna wî, hesreta wî teqez bi ser bixînin."