ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk li Efrînê darên zeytûnê dişewitîne
Êrîşên der mirovî yên artêşa Tirk a dagiker ya li Efrînê bê navber didomin. Bi hezaran darên zeytûnê yên li gundê Xoyan a girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin şewitandin. -
Li Dêra Zorê êrîşa hewayî: Herî kêm 26 DAIŞ’î mirin
Di êrîşa hewayî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Dêra Zorê ya dikeve rojhilatê Sûriyeyê de herî kêm 26 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. -
Rejîmê navenda bajarê Deraayê bi temamî kontrol kir
Hate ragihandin ku artêşa rejîma Sûriyeyê, herêmên bajarê Deraayê yên di destê komên 'mûxalîf' de bûn, kontrol kiriye. -
Dagirkeran li Efrînê welatiyê astengdar qetil kir
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Hisên Şêxo yê ji gundê Mosaka yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê ku ji mejî astengdar e, revandin. Çeteyên ku Şêxo revandin piştre qetil kir. -
Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê yê dema li gundê Xizanê yê Kobanê li ser erka xwe bûn şehîd ketin bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dicle hatin veşartin. -
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk Ebdo yê Efrînî bi hovane qetil kir
Cenazeyê Hemdî Ebdo yê 70 salî ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker rojên borî revandibû, li gundê Berad ê navçeya Şêrewa ya Efrînê îro hate dîtin. -
Şehîdê QSD’ê El- Mensûr hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El- Mensûr (Sefûk) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi tevlîbûna sedan welatiyan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya Ebû Xeşeb veşartin. -
Cenazeyên şehîd Yasir Til Temir û Hogir hatin veşartin
Şervanê YPG'ê Yasir Ebdo û Mihemed Şêx (Hogir) ê ji ber krîza dil şehîd bû hatin veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê zeviyan dişewitîne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê daran û zeviyan dişewitîne. Li Meydankê û Racoyê bi hezaran donim erd û darên zeytûnê hatin şewitandin. -
Çeteyên êrîşî Efrînê kirî li Idlibê hatin kuştin -NÛ BÛ
Şervanên Odeya Xezeba Zeytûnê, li başûrê Idlibê operasyonek lidar xist û 5 çeteyên dagirker ku di dagirkirina Efrînê xwedî rol in hatin kuştin. -
Hêzên dagirker li Efrînê 4 sivîlên din revandin
Li Efrînê talankirina mal û milkên sivîlan ya ji aliyê çeteyan ve didome. Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 4 sivîlên din revandiye. -
Elî El-Hisên li Minbicê hate veşartin
Elî El Hisên ê ku li navçeya El Heye ya Minbicê şehîd bûbû, li Minbicê bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Efrînê êrîşa bi obus û hawanan
Li Efrînê êrîşa bi obus û hawanan Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Beynî yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi obus û hawanan topbaran dike. -
240 şervan beşdarî nava refên QSD’ê bûn
240 şervan piştî ku li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdehiya xwe qedandin, bi merasîmekê beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûn. -
Li başûrê Sûriyeyê şerekî giran diqewime
Li başûrê Sûriyeyê li bejahî şerekî dijwar diqewime, ji hewayê jî bomberdûmana Rûsyayê didome. -
Cenazeyên 5 şehîdan hate veşartin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê 5 şehîdên Berxwedan Serdemê bi dirûşma ‘’Bi serkêşiya şehîd û ciwanan em ê Efrînê rizgar bikin’’ veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 10 kesên din revandin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 10 welatî ji gundê Kobaka yê girêdayî navçeya Mabata yê kantona Efrînê revandin û bi hinceta venêrînê mal û milkên gel talan kirin. -
Canfedayê ku soza xwe pêk anî: Polat Efrîn
Polat Efrîn ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakiya fedayî kir, yek ji wan cangoriyan bû ku digot, "Heta ku pê li bedena min nekin, wê nikaribin bikevin gundê min." -
YPG’ê nasnameya 4 şervanên şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanên şehîd eşlere kir yên ku demên cuda şehîd bûbûn. -
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê li Til Hemîsê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Til Hemîsê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxib Etiya veşartin. -
QSD’ê nasnameya 3 şervanan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di 8’ê Tîrmehê de li bajarê Reqayê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Li Efrînê di çalakiyên YPG'ê de 11 leşker û çete hatin kuştin
Şervanên YPG'ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çend çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de herî kêm 11 leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin. -
Dîlan Ehmed û xwişka wê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dîlan Ehmed û xwişka wê Dilyar bi merasîmeke girseyî li goristana gundê Şercî ya bakurê bajarê Hesekê hatin veşartin. -
Cenazeyê şehîdan li Girê Spî spartin axê
Cenazeyê Endamên Hêzên Asayîşê Xelîl Subhî El Kerîm û Hesen Meter ên di teqîna li Girê Spî de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tiume spartin axê. -
Li Efrînê çeteyan welatiyê kal û keça wê ya astengdar êşkence kirin
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê kal û keça wê ya astengdar êşkence kirin û piştre jî mal talan kirin. Her wiha çeteyan li bajar ciwanek jî revandin.