ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Nasnameya 2 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
YPG'ê nansmeya 2 şervanên YPG'ê yên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bibûn, eşkere kir. -
Gelê Bab û Minbicê dagirkeriya Tirk protesto kirin
Gelê Bab û Minbicê bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin. -
YPG li Efrînê li dagirkeran dide: 6 çete hatin kuştin
Li navçeyên Şera û Bilbilê û li navenda Efrînê di çalakiyên şervanên YPG û YPJ'ê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Li başûrê Sûriyeyê 70 endamên komên çekdar hatin kuştin
Artêşa Sûriyeyê ya ku Rûsya piştgiriya wê dike, li başûrê welat operasyonek li dar xist û diyar kir ku 70 endamên komên çekdar hatine kuştin. -
Birîna 25'ê Hezîranê ya Kobanê qet nakewe
Gelê Kobanê naxwaze 25'ê Hezîranê bê, lê her sal ev komkujiya giran bi bîra wan ve tê. Xwediyên şehîdan û ew kesên ku bûyer bi serê wan ve hatî, çiqasî rûyê xwe li ber vê rojê dadigerînin jî, dîsa tê bîra wan. -
Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah Mehemûd û Mihemed Salih ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Şehîdgeha Hanî Hesen a dikeve bejahiya Rojhilatê Dêra Zorê hatin veşartin. -
Li Reqayê operasyona li dijî komên çete
Hêzen QSD'ê, piştî li Reqayê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin, ligel Hêzên Ewlehiya Hundir ên Reqayê, li dijî yekîneyên nepenî yên çeteyan operasyoneke hevpar da destpêkirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatine destgîrkirin. -
Li Reqayê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê hişyarî hate dayin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Reqayê li dijî êrîşên gengaz ên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo du rojan derketina derve qedexe kir. -
Şervanên QSD’ê li sînorê Iraqê 2 gund rizgar kirin
Şervanên QSD’ê di çarvoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gundên bi navê Recim El Hecer û Marûf ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk agir berdan zeviyên gel
Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk agir berdan darên zeytûnan ên welatiyên Şêrawa. -
Li Efrînê çete malbatên Kurd ji malên wan dikin der
Çeteyên dagirker li Efrînê malbateke din a Kurd bi êşkenceyê ji malên wan derxistin. -
Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Mahîr Çiya bi merasîmekê hate veşartin
Bi tevlîbûna hezaran welatiyên Dêrikê û derdorî wê cenazeyê Fermandarê YPG’ê Mahîr Çiya bi merasîmeke heyebet ve li Goristan Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. Her wiha di merasîmê de şervana YPG’ê Cudî Rojava jî hate bîranîn. -
Encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê: Banga seferberiya giştî hate kirin
Encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê hate eşkerekirin. Ji bo rizagarkirina Efrînê banga seferberiya giştî hate kirin. -
Serçeteyê ku AKP'ê ji Lazkiyeyê anî Efrînê hate kuştin
Serçeteyê bi navê Ebû Ahmed ku yek ji çavkaniyên sereke yê medya Tirk bû, li Efrînê hate kuştin. -
Rejîma Sûriyeyê îdîa kir ku DYA li qereqola wan xistiye
Hêzên alîgirê rejîma Sûriyeyê îdîa kirin ku DYA bomberdûman li qereqoleke wan a li ser sînorê Iraqê kiriye û herî kêm efserekî wan hatiye kuştin. -
Şervanên QSD’ê gundê Ziba rizgar kirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêgnava Bagera Cizîrê de gundê ziba ya ku 6 km ji sînorê Iraqê dûr e, ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. -
Li Efrîn çalakiya sabotajê: 7 dagirker hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê li Efrînê li dijî arêtşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker çalakiyeke ya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de 2 jê leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin, 6 dagiker jî birîndar bûn. -
YPG’ê nasnameya 6 şervanên li Efrîn û Dêra Zorê şehîd bûne eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi Berxwedana Serdemê ya Efrîn û Pêngava Bagera Cizîr a rizgarkirina Dêra Zorê de şehîd bûne eşkere kir. -
Li Efrînê du teqîn
Li navenda bajarê Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin, li pey hev du teqîn pêk hatin. -
Çeteyan li Efrînê bijîşkek qetil kirin, gel daket qadan
Çeteyên OSO’yê yên bi ser Tirkiyeyê, li Efrînê bijîşkek qetil kirin. Şêniyên bajêr daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman. Çeteyan careke din jî êrîş kirin û jinekê jiyana xwe ji dest da. -
AKP, ji bo êrîşî Qendîlê bike ji Cerablûsê çeteyan berhev dike
Dewleta Tirk a dagirker, ji bo ku bikaribe êrîşî Qendîlê bike, ji Cerablûs û Ezazê bi pereyan çeteyan berhev dike. -
Gelê Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk daket qadan
Li dijî gefên dagirkerinê yên dewleta Tirk a dagirker gelê Minbicê daket kolanan û meşiyan. -
Li Efrînê sûcdarên şer di hedefa YPG-YPJ’ê de ne!
Li Efrînê vê heftiya dawî şervanên YPG-YPJ’e li dijî dagirkerna 8 çalakî kirin. Hate ragihandin di çalakiyan de gelek dagirker hatine kuştin. -
Şervanan tuneleke DAIŞ’ê dîtin
Li gundê Tewîla yê bajarokê Dîşîşa ku şervanên QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn, tuneleke çeteyan hate dîtin. -
'Êrîşa li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin'
Tê gotin, êrîşa hewayî ya pêr bi şev a li wîlayeta Dêra Zorê ya Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Ji ber êrîşê bi dehan şervanên alîgirê rejîmê miribûn.