ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bagera Cizîrê: QSD 8 kîlometre nêzî Dişîşa bûye
Li gundê El-Cibûr û El-Bûhesbûn ên bi ser Dişîşa di navbera şervanaên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran heye. Şervanên QSD'ê ji aliyê bakur ve 8 kîlometre nêzî Dişîşa bûne. -
Dagirkeran navenda Êzidiyan a li Efrînê teqandin
Dewleta Tirk a dagirker, navenda Yekîtiya Êzidiyan a li Efrînê teqand. -
Efrîn bi rengekî hovane tê talankirin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, ji bo bê Kurd hiştina Efrînê, malên gel ên li navend û gundên Efrînê talan dikin. -
Şervanên QSD’ê êrîşa DAIŞ’ê ya li Reqayê têk bir
Êrîşa çeteyê DAIŞ’ê ya ji 4 kesan pêk dihat ku êrîşî nuqteyên hêzên QSD’ê yên li Reqayê dikirin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Di êrîşê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. -
Bagera Cizîrê: Gundê Fekê hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li başûrê Hesekê 4 kîlometre pêşve çûn, gundê Fekê yê 15 kîlometre dikve başurê Şedadê û 3 gundik ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. -
Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD bi pêş ve diçe
Şervanên QSD’ê Pêngava Bagera Cizîrê ya ku ji nû ve dane destpêkirin bi pêş ve dibin. Şervan 4 kîlometre bi pêş ve çûn û 25 km ji bajarokê Dîşîşa re man. -
Bagera Cizîrê: QSD bi 4 kîlometreyên din bi pêş ve çû
Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi 4 kîlometreyên din bi pêş ve çûn. -
Li Girê Spî komeke çeteyan a MÎT’ê hate avakirin
MÎT a ku ji nav endamên DAÎŞ’ê komeke nû ya çeteyan ava kir dixwaze ev çete li Girê Spî li dijî rayedarên rêveber û endamên QSD’ê sûîkast û sabotajê bikin. -
QSD'ê dest bi pêngava paqijkirina gundewarên Hesekê kir
QSD'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan dest bi pêngava parastina sînorê Iraq-Sûriyeyê, rizgarkirina bajarokê Dişîşa û gundên parêzgeha Hesekê kirine. -
Pêngava Bagera Cizîrê dîsa dest pê kir
QSD‘ê ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ya ji çeteyên DAIŞ‘ê Pêngava Bagera Cizîrê dîsa destpêkirin. -
YPG’ê nasnameya 3 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. -
Li Eyn Îsa û Reqayê teqîn pêk hat
Li Eyn Îsa û Reqayê teqîn bû. Ji ber her du teqînan tiştek bi kesî nehat. -
Zarokên Geziyê di şoreşa Rojava de dijîn
Zarokên Kobanê, kesên ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dayîn ji bîr nekir. -
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê 5 sivîlên din revand
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrinê 5 welatiyên sivîl revandiye. -
YPG’ê nasnameya 7 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir ên ku di 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dane. -
‘Cerablûs azad e, çete bicehenimin’
Gelê Cerablûs ê ji 24’ê Tebaxa 2016’an û vir ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, li dijî dagirkeriyê çalakiyek kirin. -
YPG’ê li Efrînê derbên xurt li dagirkeran da: Gelek kuştî û birîndar hene
YPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de, hêzên wan bi çalakiyên bibandor derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixin. Di van çalakiyan de gelek leşker û çete hatine kuştin û birîndarkirin. -
YPG’ê nasnameya şervanakî xwe eşkere kir
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Cesûr Til Hemîs di 29’ê Gulanê de di encama krîza dil de şehîd bûye. -
Çavkaniyên xwecihî: 5 sivîl li Efrînê hatin kuştin
Hate ragihandin, 5 sivîlên ji eşîra Bûbanê ku jin û zarokeke wê jî di nav de heye, hatine kuştin. -
Ya ku anîn serê Ermeniyan niha tînin serê Efrîniyan
Malbata Sadiye Îbrahîm yek ji Ermeniyên ji Rihayê ye ku ji qirkirina 1915'an rizgar bûye. Îbrahîm dibêje, "Ya ku wê wextê anîn serê me, niha tînin serê Efrîniyan." -
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê El Eqre spartin axê
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên Erka Xweparastinê Abdullhah El-Eqre bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dijwar spartin axê. -
'Meha Gulanê rastiya hebûna birûmet û binirx e'
Fermandarên YPJ’ê li ser Meha Gulanê û berxwedêrên destpêkê yên jin ên YPJ’ê axivîn, ku di nav refan de jiyana xwe ji dest dane. Fermandaran diyar kirin şehîdbûna di ber azadiyê de nirxek û rûmeteke pir mezin e. -
Derhênerê Elman Ott: Modela Rojava bedew û bi bandor e
Derhêner û fîlmçêker Peter Ott ku di nava heyeta ji 11 kesî de cih girt ku ji Elmanya çû Rojava, got "Berevajî hemû welatên Rojhilata Navîn gelekî girîng e ku li Rojava bertîl nîne. Modela civaka demokratîk a li Rojava bedew e." -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundên Minbîcê kirin
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundê El-Mehsenlî yê Minbîcê kirine. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Cesûr li Til Hemîsê hate veşartin
Welatiyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê cenazeyê şervanê YPG’ê Qewmî Mensûr El Ebdûllah (Cesûr Til Hemîs) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxib El-Etiya spartin axê.