ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk 9 sivîlên din li Efrînê revandin
Leşker û çeteyên Tirk ên dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê êşkence li 9 sivîlan kirin û ew revandin. Agahî ji sivîlên hatin revandin nayê girtin. -
ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tebaxa 2018'an. -
Li Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Merwan Kobanê hate veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ebûd (Merwan Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Li Efrînê çeteyan sivîlek birîndar kir
Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan dikin hedef. Çeteyan li navçeya Cindirês a Efrînê gule berdan sivîlan û sivîlek birîndar kirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Ehmed hate veşartin
Welatiyên herêma El-Cezrat yê rojavayê Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed El-Ehmed (Firat Cezra) bi merasîmekê li goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya gundê Ebû Xeşeb veşartin. -
Şervanekî YPG'ê di Çemê Firatê de şehîd bû
Şervanê YPG'ê Merwan Kobanê (Mihemed Ebûd) li herêma Reqayê dema di Çemê Firatê de avjenî dikir, jiyana xwe ji dest da. -
Li Efrînê talan û êşkence dewam dike
Hêzên Tirk ên dagirker avêtin ser mala welatiyekî Efrînê yê bi navê Mehmûd Osiko, ew birîndar kirin û dest danîn ser alavên wî. -
Hêzên dagirker ên Tirk li Efrînê sivîlek dî revandin
Hêzên Tirk ên dagirker li EFrînê kesekî bi navê Rifet Murad revandin. -
Çeteyan sûka gel li Efrînê dorpêç kirin
Sûka gel (Sûk Şehbî) a li Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk de, berê vê sibehê ji hêla çeteyan ve dora wê hate pêçan û 3 kes hatin revandin. -
58 ciwanên din tevlî nava refên YPG'ê bûn
Li bajarê Hesekê 58 ciwanan perwerdeya xwe qedandin û ji bo parastina gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê tevlî nava refên YPG'ê bûn. -
Li Cindirêsê mayîna çeteyan teqiya: Cotkarek birîndar bû
Cotkarê li navçeya Cindirês a Efrînê baxçeyê xwe dikêla, di encama teqîna mayîna çeteyên girêdayî artêşa Tirk de birîndar bû. -
YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Li Efrînê 3 çeteyên Tirk hatin kuştin
Li Efrînê, di çalakiyên YPG/YPJ'ê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin ku yek ji wan serçete ye. -
Li Kobanê yekemîn mala bêkesan vedibe
Bi pêşengiya Weqfeya Jina Azad a Rojava li Kobanê mala bêkes û sêwiyan tê vekirin. Armanca malê ew e ku xwedî li zarokên malbatên xwe di şer de winda kirî derkeve. -
Esad dike başûrê rojavayê Sûriyeyê têxe bin kontrola xwe
Hêzên hikumetê yên Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê dike li başûrê rojava cihekî din jî têxe bin kontrola xwe. -
Piştî teqînê çeteyan êrîşî gel kirin
Piştî teqîna li nava çeteyên li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê û şûnde, çeteyan êrîş gel kirin, 4 kes revandin. -
NÛ BÛ- Li nûqteya çeteyan a li gundê Basûtê ya Şêrewayê teqînek pêk hat
Li herêma ku çeteyê li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi cih bibûn, teqînek pêk hat. -
Çeteyan li Cindirêsê ji 30’î zêdetir welatî revandin
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, li Efrînê ji 30’î zêdetir welatiyên sivîl revandin, dest danîn ser mal û tiştên wan. -
Çeteyên Tirk li Helebê ji hev kuştin
Li navçeya Exterîn a Helebê, çeteyên Eniya 51'ê û Sûltan Mûrad bi hev ketin. Çeteyan ji hev kuştin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Suweydayê herî kêm 36 jin û zarok revandin
Çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî Suweydayê êrîşeke koordîneyî pêk anîn û herî kêm 36 jin û zarok revandin. -
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê El-Qasim hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Ebdûlkerîm El-Qasim (Ebû Ereb) bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Minbicê veşartin. -
Li Efrînê 11 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
YPG'ê diyar kir ku li Efrînê di encama çalakiyên wan de 11 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Muslim: Em dixwazin sîstema demokratîk li Sûriyeyê bi cih bikin
Salih Muslim li ser hevdîtina heyeta MSD'ê ya bi hikumeta Sûriyeyê re ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê veger li sîstema berê ya dîkatorî nebe. Muslim got, "Em dixwazin sîstema xwe ya demokratîk li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin." -
Artêşa Tirk û çeteyê wê xwezayê qetil dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê yên ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên li ser Efrînê dike, vê carê jî xwezayê qetil dike. Çeteyan li gundê Hec Hesna ê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê bi sedan darên zeytûnan şewitandin. -
YPG: Artêşa Tirk li Efrînê lez dane xebatên xwe yên kontrayan
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bibîr xist ku êrîşên der mirovî yên artêşa Tirk û komên çeteyên girêdayî wê yên li ser welatiyên sivîl û gelê Efrînê didome. YPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê cilên YPG’ê li xwe dikin û xebatên kontrayan dikin.