ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Muslim: Hevdîtina MSD’ê û rejîmê gaveke erênî ye
Muslim têkildarî hevdîtina heyeta MSD’ê ya li gel rejîma Sûriyeyê bibîr xist ku armanca hevdîtinê nêzîkatiyê rejîmê ya li ser pirsa Kurd a li Sûriye û dîsa rêya domandina danûstandina ne. -
Li Efrînê 3 sivîlên din jî hatin revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Mosaka yê Racoya Efrînê sê sivîlên din revandin. -
Di hevdîtina MSD-Şamê de biryara avakirina komîteyan hate girtin
Li ser vexwendina Beşar Esad heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk serdana Şamê kir û di hevdîtinê de biryara avakirina komîteyên hevpar di her alî de hate girtin. -
Dewleta Tirk li gundekî Efrînê dar û baxçe şewitand
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê li gundê Sorxankê ya Şêrawaya Efrînê di nava mehekê de 41 donim erd û bi hezaran dar şewitand. -
Li Serêkaniyê şehîdên YPG’ê hatin veşartin
Bi tevlîbûna sedan kesî li Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hatin veşartin -
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê El-Mihemed spartin axê
Bi tevlîbûna dehan welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemîd El-Mihemed ê di Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê. -
Nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Artêşa Tirk dengbêjekî Efrînî revand, agahî jê nayê girtin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, beriya niha bi mehekê li Efrînê dengbêj Hesen Ebdo revandin. Agahî jê nayê girtin. -
MSD bi awayekî fermî serdana Şamê kir
Heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, li ser bexwendina hikumeta Sûriyeyê bi awayekî fermî serdana Şamê kir. -
Esad: Pêwîstî pê heye ku leşkerên Rûs demeke dirêj bimînin
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir, leşkerên Rûs ên ku ji sala 2015'an û vir ve li Sûriyeyê ne, pêwîstî pê heye ku 'demeke dirêj' lê bimînin. -
Dagirker darên zeytûnê dibirin û difiroşin Tirkiyeyê
Dagirker darên zeytûnê yên Efrînê dibirin û difiroşin Tirkiyeyê. -
Çeteyan li Efrînê 13 kes revandin, gel rabû ser piyan
Çeteyên girêdayî Firqet El Hemze ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 13 welatiyên sivîl ên Efrînê revandin, gel li dijî vê rabûn ser lingan. -
Li Efrînê di navbera komên çete û eşîreta Bobena de şer derket
Eşîretên Ereban li dijî êrîş û talankirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê nerazîbûn nîşan dan. Di navbera eşîreta Babena û artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de derket. -
TEV-DEM: Em êrîşa li Siwêda bi tundî şermezar dikin
Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê diyar kir ku ew êrîşa li Siwêda bi tundî şermezar dikin. TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest. -
Bîlançoya êrîşên li Sûweydayê giran dibe: 250 mirî
Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Sûweyda ya li başûrê Sûriyeyê, ku roja Çarşemê bi rengekî koordîneyî hatin kirin, nêzî 250 kes mirin. -
Xezeba Zeytûnê: Li Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrad hate kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku li Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrat ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Şervanan dîmenê çalakiyê weşandin. -
Li Îdlibê teqînek pêk hat
Li bajarê Îdlib ê Sûriyeyê teqînek pêk hat. Teqîn li herêma Cisir El-Şixûr pêk hat ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li ser encamên teqînê agahiyeke zelal bi dest neket. -
YPG'ê li ser êrîşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê ku 2 sivîl birîndar bûn daxuyanî da. YPG'ê diyar kir ku bersiv ji êrîşê re hatiye dayin û şervanekî wan ê sivîl diparast birîndar bû. -
Krîza aboriyê ya li Îranê: Serkêşê Bankaya Navendî hate guhertin
Li Îranê ku krîza aboriyê giran bûye û qîmetê pereyê Îranê ji her demê bêhtir kêm bûye, ji bo serokatiya Bankaya Navendî rêveberekî nû hate wezîfedarkirin. -
Leşkerên Tirk li Serêkaniyê 2 sivîl birîndar kirin
Hêzên dagirker ên Tirk gule li taxeke navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê reşandin. Ji ber êrîşa leşkerên Tirk 2 sivîl birîndar bûn. -
Li Şedadê teqînek pêk hat
Li navçeya Şedadê ya Hesekê ji ber teqînekê kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn. -
Ji ber êrîşên xwekujî herî kêm 40 kes li Sûriyeyê mirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Sûweydayê ku di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye, gelek êrîşên xwekujî kirin. Ji ber êrîşan herî kêm 40 kes mirin. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Elî Şar ê Kobanê kir
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li ser sînorên xeta bajarê Kobanê bi cih bûne, ketober gule li gundê Elî Şar ê dikeve rojhilatê Kobanê reşandin. -
Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê 35 kîlometre pêşve çûn
Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê didome. Şervanên QSD’ê di nava 24 seatan de li herêmê 35 kîlomtre pêşve çûn. -
Li Dêra Zorê pêngava paqijkirina bermayên şer hate destpêkirin
Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê pêngava paqijkirina bermayên şer ên DAIŞ’ê li herêmên hatine rizgarkirin da destpêkirin.