Leşkerên Tirk li Serêkaniyê 2 sivîl birîndar kirin
Hêzên dagirker ên Tirk gule li taxeke navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê reşandin. Ji ber êrîşa leşkerên Tirk 2 sivîl birîndar bûn.
Hêzên dagirker ên Tirk gule li taxeke navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê reşandin. Ji ber êrîşa leşkerên Tirk 2 sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, leşkerên Tirk ên dagirker danê sibehê saet 10'an êrîş kirin. Sivîlên bi navê Mûsa Abêd El-Hiro û Alî Nacî El-Alî ku li nêzî embara genim a li taxa El Meheta bûn, ji ber êrîşa leşkerên Tirk birîndar bûn.
Mirovên li herêmê birîndar rakirin Nexweşxaneya Rojê. Piştî tedawiya destpêkê birîndar rakirin Nexweşxaneya Hesekê.
Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker sewqiyata xweya li ser sînorê Serêkaniyê zêde kiriye ev êrîş hate kirin. Artêşa Tirk bi taybetî tank û panzeran li ser sînorê Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dike.