ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Şoreşa Rojava li mirovayetiyê pîroz be’
Têkildarî salvegera Şoreşa Rojava KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Şoreşa Rojava ji gelên cîhanê re dibe hêvî. -
Meshed: Çareserî bi diyaloga navbera rejîmê û MSD'ê dibe!
Serokê Şandeya Muxalefeta Hundir a Cenevreyê Elyan Meshed diyar kir ku divê rejîm û MSD ji bo çareseriyê diyalogê pêk bînin û got, bi dîtina min her du alî ji vê yekê re amade ne. -
Gel û milîsên li Fûah û Kefrayayê ji herêmê têne derxistin
Bajarokên Fûah û Kefrayayê yên Sûriyeyê ku bi salan e ji aliyê çeteyên Îslamî yên tund ve hatine dorpêçkirin, sivîl û milîsên alîgirê rejîmê yên li van herêman tên veguhastin. -
'Şoreşa me berhema keda ji 40 salî ye'
Hediya Ramo ku bi rengekî çalak cihê xwe di nava berxwedana Rojava de digire û zarokên xwe jî kiriye şervan, diyar kir ku Şoreşa Rojava ne encama têkoşîna 7 salan e, ew berhema têkoşîna ji 40 salî ye. -
Muslim: Em li ser rêya rast in û em ê bi ser bikevin
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim, li ser sala 7'an a Şoreşa Rojava axivî û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew bi hêza gel li ser piyan man. Muslim got, wan bi xeta 3. dest bi Şoreşa Rojava kir û wê li ser vê xetê bimînin. -
Roja ku Rojhilata Navîn hejand: 19'ê Tîrmeha 2012'an
Rojava ku beden/beşa herî biçûk a Kurdistanê ye, 19'ê Tîrmeha 2012'an ji Kobanê Şoreşa Rojava diyarî tevahiya cîhanê kir. -
YPJ: Şoreşa Rojava bû çavkaniya azadiyê ya hemû jinên cîhanê
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku şoreşa wan bûye çavkaniya azadiyê ji hemû jinan re. -
Tola Efrînê li Îdlibê tê hilanîn: 5 çete hatin kuştin
Şervanên Odeya Xezeba Zeytûnê li herêma Etme ya Îdlibê li çeteyên dewleta Tirk dan. Di çalakiyê de 5 çeteyên Feyleq El Şam hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Depoya cebilxaneyan a çeteyan jî hate teqandin. -
Dagirkeran li Efrînê sivîlekî din kuştin
Abdulrehman Xec Xelîl ê 40 salî li Efrînê ji aliyê hêzên dagirker ve hate kuştin. -
Li Efrînê mayîn teqiya
Li navçeya Şerawa ya Efrînê di navbera gundên Basûfane û Bûrc Heyderê de mayîn teqiya. Di teqînê de sivîlek mir û 4 sivîl jî birîndar bûn. -
Li Efrînê 8 sivîlên din hatin revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê malên sivîlan şewitandin û 8 sivîl revandin. -
Radyoya Sewt El-Heyat dest bi weşanê dike
Radyoya Sewt El-Heyat li Bakurê Sûriyeyê dest bi weşanê dike. -
YPG'ê li Efrînê lê da: 12 dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji 11 heta 15'ê Tîrmehê li Efrînê di çalakiyan de 12 dagirker hatine kuştin. -
MSD'ê encamnameya kongreya xwe ragihand
Kongreya 3'an a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku li Tebqayê pêk hat, bi dawî bû. -
MSD'ê hevserokên xwe yên nû hilbijart
Di kongreya 3. a MSD'ê de Emîne Umer û Riyad Derar bûn hevserokên nû yên MSD'ê. -
Kongreya 3’emîn a MSD’ê dewam dike
Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a 3’emîn li Tebqa dewam dike. 270 delege û gelek mêhvan di kongreyê de amade bûn. -
Artêşa Tirk li Mabatayê agir bi malan dixe
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabatayê ya Efrînê agir bi malan dixe. -
HRW: Tirkiye penaberên Sûriyeyî vedigerîne ya jî dikuje
HRW'ê diyar kir ku Tirkiye nema penaberên ji Sûriyeyê qeyd dikin û got, "Hêzên Tirkiyeyê yên li ser sînor Sûriyeyiyên hewl didin ji sînor derbas bibin vedigerînin, dikujin û birîndar dikin." -
Kongreya MSD'ê dest pê kir
3. Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Tebqayê yê Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. -
MSD kongreya xwe ya sêyemîn pêk tîne
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) wê îro kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne. -
Koma dawî ya şêwirmendên YPG’ê ji Minbicê vekişiya
Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, koma şêwirmend a dawî ya YPG’ê ya li Minbicê peywira xwe temam kiriye û bi temamî ji Minbicê vekişiyaye. -
Li Reqayê jinên ku endamên DAÎŞ’ê ne hatin girtin
Li Reqayê komeke jin a endamên çeteya DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Li Efrînê 7 welatiyên sîvîl hatin revandin
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê li Efrînê her roj sivîlan direvînin. Hate ragihandin ku herî dawî li Şêrawayê 7 welatiyên sivîl ên din, ji hêla çeteyên artêşa Tirk ve hatine revandin. -
Li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hate lidarxistin
Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê diyar kir ku wan li başûrê Îdlîbê li dijî çeteyên Feyleq El Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û li vê derê 2 çete kuştine. -
Li Efrînê 4 sivîlên din hatin revandin
Li Efrînê di nava 3 rojên dawî de herî kêm 24 sivîl ji aliyê hêzên dagirker ve hatin revandin.