ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Minbicê komeleya Çerkesan vedibe
Gelê Çerkes ê li Minbicê dijî wê Komeleya Çerkesan li bajêr veke. -
Destpêkê dagir kirin, niha jî li ser malê diziyê hev dikujin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji bo dizî û talanê hev dikujin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din kuştin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eble yê navçeya Bilbilê ya Efrînê sivîlekî bi navê Ednan Şemseddîn Huseyîn kuştin. -
YPG’ê Fermandar Nîmet Amed bibîr anî
Fermnadariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya yek ji Fermandarê Pêngava Xezeba Firat a YPG’ê Nîmet Amed ê 25’ê Nîsana 2017’an di şereke li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê de şehîd bibû, eşkere kir. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Yûsif hate veşartin
Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Yûsif (Can Amûdê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir veşartin. -
Çeteyên Tirk li Efrînê darên zeytûnan dişewitînin
Li Efrînê êrîşên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Çeteyan li gundê Hop yê navçeya Raco darên zeytûnan şewitandin. -
Çeteyan êrîşî navenda Heleb û navçeya Zehrayê kirin
Çetayan şevê dî ji navçeyên Herîtan, Enedan û Biyenûn ên Helebê êrîşî navçeya Zehra û Helebê kirin. Di encama êrîşan de jinek mir û 7 kes birîndar bûn. -
Xezeba Zeyûtûnê: Çeteyek hate kuştin
Şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Zeytûnê li navçeya Extrîn a herêma Ezaz a dikeve bakurê Helebê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeteyekî yê koma Sûltan Mûrat hatiye kuştin. -
Li gundê Cindirêsê Hemanê çeteyan 6 kes revandin
Li Efrînê çeteyên dagirker li gundê Hemanê ya Cindirêsê êrîş bi ser gel de birin. Hate gotin çeteyan ji malekê 6 kes revandin. -
Li gundê Basilê yê Şêrawa teqîn
Li gundê Basilê yê Şêrewaya Efrînê, li herêma çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê dimînin teqîneke mezin pêk hat. -
Çeteyan li gundê Bûrç Haydar ê Şerawayê mirov revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro li gundê Bûrç Haydar ê Şerawaya Efrînê bi dehan kes revandin û dora gund girtin. -
Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di navbera 19-23’yê Tebaxê de li cihên cuda şehîd bûne eşekere kir. -
TEV-DEM: Tirkiye Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve dibe
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Kemal Akîf diyar kir ku Tirkiye naxwaze li Îdlîbê çareseriyek pêk were û bal kişand ser vî tiştî ku divê Tirkiye wekî dagirker were dîtin. -
Mislim: Mafên siyasî û çandî, bazar li ser wan nabe
Berpirsê Komîteya Karê Derve ya TEV-DEM’ê Salih Mislim li ser mijara hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re ji AFP’ê re axivî. Mislim got mafê siyasî û çandî ne mijara bazarê ye. -
YPG: 6 leşker û çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê bê navber derbên giran li Efrînê li artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê dide. Di 3 çalakiyên cihê yên serê meha Tebaxê ya li Efrînê de 6 leşker û çete hatine kuştin. -
Ziyana madî ya şerê li Sûriyeyê 400 milyar dolar e
NY’yê ragihand ku ji ber sedemê şerê navxweyî yê ku ev 7 sal in li Sûriyeyê diqewime, rê li ber ziyaneke madî bi qasî 400 milyar dolar vekiriye. -
Koçberan teslîmî çeteyan dikin
Dewleta Tirk ku bi salan e koçber li dijî Ewropayê kirî şantaj niha jî bi zorê wan dişîne Idlib û Efrînê. -
Cenazeyê endamê hêzên xweparastinê Derwîş hate veşartin
Endamên Xweparastinê Emîr Derwîş (Emîr Kobanê) yê ku di Bendava Rojava de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin. -
Rêxistina Efûyê: Li Efrînê zextên giran hene
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Înternatîonal) diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê zextên giran dikin û mafên mirovan binpê dikin. -
QSD: Bejahiya Dêra Zorê bi giştî hat rizgarkirin
Fermandariya giştî ya QSD’ê eşkere kir ku bejahiya Dêra Zorê bi giştî hatiye rizgarkirin. -
Li Sûweydê hêzên rejîmê û DAÎŞ şerê hev dikin
Li bejahiya Suweydê hêzên rejîmê û DAÎŞ şerê hev dikin. Li Xûmisê êrîşeke bi amûrên hewayî li dijî Baregeha Şayratê pêk hat. -
Xezeba Zeytûnê: Çeteyekî Feylq El-Şam hate kuştin
Odeya Çalakiya Xezeba Zeytûnê ragihand di çalakiye taybet a li herêma Cindirêsê pêk hat de, çeteyekî koma Feyleq El-Şam hate kuştin. -
Ehmed: Rêxistinên alîkariyê divê xebatên xwe bidomin
Hevserokatiya Rêveberiya MSD’ê Îlhan Ehmed, destnîşan kir ku hevdîtinên li gel rejîmê wê bandorê li saziyên alîkariyê nekin, daxwaza domandina xebatan kirin. Ehmed ‘Radestkirina Bakurê Sûriye ya rejîma Sûriyeyê’ jî derewand. -
Tevlîbûna nava QSD’ê didome: 221 şervanên din tevlî QSD’ê bûn
Li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a QSD’ê 221 ciwanên Dêra Zorê piştî ku perwerdeya xwe qedandin bi merasîmekê beşdarî nava refên QSD’ê bûn. -
Li Reqayê goreke din a komî hate dîtin
Li navenda bajarê Reqayê goreke din a komî hate dîtin.