ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG: Di meha Tebaxê de 57 çete û leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê encama şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya meha Tebaxê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir. YPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 57 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Li Efrînê 2 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navçeya Raco ya Efrînê di çalakiya 31'ê Tebaxê de 2 çete hatine kuştin. -
Li Sûriyeyê bombe li hêzên nêzî rejîmê hate barandin
Li nêzî El Tanafê ya ku li Başûrê Sûriyeyê ye, li dijî konvoyeke hêzên nêzî rejîmê bomberdûmanek hate kirin û 8 şervan mirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Baqî Caro hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulhemîd Umer (Baqî Caro) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin. -
Li Reqayê teqîn
Li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê ji ber teqînekê hin welatî birîndar bûn. -
Li Şamê teqîn
Li baregeha hewayî ya El Mazze ku nêzî paytexta Sûriye Şamê ye, yek ji depoyên cebilxaneyê teqiya. -
Li Efrîn wesayîteke bombebarkirî teqiya
Di ketina Efrînê de wesayîtek bombebarkirî teqiya. -
Di roja aştiyê ya cîhanê de banga azadiya Ocalan
Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li Şehbayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Ezazê di hevdîtina MÎT û çeteyan de teqînek pêk hat
Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê yê Bakurê Sûriyeyê dema ku rayedarên MÎT’ê û çeteyên dewleta Tirk li hev civiyabûn, teqînek pêk hat. -
Li Ezazê teqîn, kuştî û birîndar hene
Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê wesayîteke bombeyî hate teqandin. Di teqînê de kuştî û birîndar hene. -
Serçeteyekî Feyleq El Şam hate kuştin
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Şiyê ya Efrînê li dijî çeteyekî Feyleq El-Şam çalakiyek kirin û di çalakiyê de serçeteyek hatiye kuştin. -
Li Til Rifat mayîn teqiya: 2 zarok birîndar bûn
Ji ber teqîna mayîna çeteyê DAIŞ’ê ya ji berê li navçeya Til Rifat a girêdayî Kantona Şehbayê 2 zarok birîndar bûn. -
YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Cezaayê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şervanên ku di berxwedana Cezaa de ya 2014'an a li dijî çeteyên DAIŞ'ê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Telekonferansa navbera jinên Kongreya Star û Brîtanyayî
Jinên Kongreya Star bi rêya SKYPE bi jinên Birîtanyayê re axivîn û asta karê jinên Kongreya Star gotûbêj kirin. -
Çeteyên li Îdlibê 2 pir teqandin
Li gorî saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çeteyên li Îdlibê 2 pir teqandine. -
Kobanê hembêza xwe li zarokên bê xwedî vekiriye
Saziya weqfa jina azad avahiyeke mezin ji bo zarokên ku ji ber şerê li Sûriyeyê bê xwedî mane ava kir. Û niha 23 zarokan dihewîne. Ew zarok ji her deverê ne, wekî Heleb, Qamişlo, Reqa....hwd. hatine. -
YPG: Li Efrînê 2 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin
Li navçeya Raco ya Efrînê di encama çalakiya sabotajê ya YPG'ê de 2 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wan hatin kuştin. -
Sivîlên ji Efrînê reviyan: Jiyana kesî ne ewle ye
R.Ş. û C.E. ku ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji Efrînê birevin, diyar kirin ku li Efrînê jiyana kesî ewle nîne. -
'Rejîma Baas dixwaze bi navê Xiristiyanan provokasyonê bike'
Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hannah Sewmî got, meşa bi navê Xiristiyanan hate lidarxistin û propaganda gemarî ya piştî wê hate kirin, provokasyoneke plankirî ya Baas e. -
Dagirkeran li gundê Kebşînê bi dehan sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê avêtin ser gundê Kebşîn ê Efrînê û bi dehan sivîl revandin. -
Çeteyên dewleta Tirk êşkence li Efrîniyê ku revandibûn kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Coqa yê navçeya Mabata ya Efrînê welatiyê bi navê Ebdulrehman Reşo revandin, êşkence lê kirin û dest danîn ser wesayita wî. -
Bi merasîmekê şervanê YPG’ê Derwêş spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Derwîş (Aram Kobanê) yê 29’ê Tebaxê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, li Serê Kaniyê bimerasîmekê li Goristana Şehîdan a bajar spartin axê. -
Malbatên çeteyan ji Efrînê direvin
Li Efrînê di demên dawî de çalakiyên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê zêde bûne. Vê sibê jî teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku malbatên çeteyan ên ji derve hatine, dest bi revîna gundên li ser sînor kirin. -
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şehîdan da
YPG’ê nasnameya 2 şehîdan da, ku herdu jî li Qamişlo şehîd bûbûn. -
Xezeba Zeytûnê li Helebê sabotaj dijî serek çete kir
Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê li rojhilatêbakurê Helebê li dijî serek çete yê bi navê Ebû Mihemed El Domanî çalakiyeke sabotajê kir. Domanî hate kuştin.