ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Amûdê cenazeyê Abdullah û Ebdî spartin axê
Li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Abdullah û endamê Asayîşê Yasir Ebdî spartin axê. -
QSD: Şervan bi pêş ve diçin, 16 nûqte hatin rizgarkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di pêngava şervanên QSD’ê ya li rojhilatê Firatê ya li nêzî gundên Boxaz û El-Sûsê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 16 nuqte ji çeteyan rizgarkirine û li gundê El-Sûsê şervan 2 kêlometre bi pêş ve çûne. -
YPG: Divê bûyera li Qamişloyê li pêşiya çareseriyê nebe asteng
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ji bo şerê 8'ê Îlonê yê li Qamişloyê bi hêzên rejîmê re qewimî got, "bûyera xemnak" û diyar kir ku divê ev bûyer li pêşiya çareseriya siyasî nebe asteng. -
YPG: Nûçeyên ku MÎT çêdike derew in
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku nûçeya di çapemeniya Tirkiyeyê tê diyarkirin ku 9 şervanên YPG’ê ji aliyê MÎT’ê hatin, hemû derew e. -
Çeteyên dagirker ên li Efrînê bi operasyonên taybet tên kuştin
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê çeteyekî Feyleq El Şam ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Di nava hefteyekê de herî kêm sê çete bi operasyonên taybet hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Alkan bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Alkan (Serhed Baran) bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlî bûn hate veşartin. -
Li Qamişlo cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyê 4 şervanên YPJ’ê û QSD’ê yên şehîd bibûn li Qamişlo bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
NÛ BÛ-Di teqîna li Minbicê de 6 kes birîndar bûn
Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî ya li nêzî Nexweşxaneya Emelê pêk hat de 6 sivîl birîndar bûn. -
QSD: Di 24 saetan de 15 çete hatin kuştin
QSD’ê bîlançoya 24 saetan a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêra Zorê û gundewarên wê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. -
YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşker kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera dîroka 11-12’ê Îlonê de şehîd bibûn eşkere kir. -
Çeteyan 3 şivan li Efrînê revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 şivan revandin. -
YPG'ê li navenda Efrînê li dagirkeran xist: 6 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku li Efrînê di 3 çalakiyan de 6 çete hatine kuştin. -
Di Bagera Cizîrê de 23 çete hatin kuştin
Di qonaxa duyemîn a Bagera Cizîrê de ya ku QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dabû destpêkirin, şervanan qada 3 kîlometrekare rizgar kirin. Di van şeran de 23 çete hatin kuştin. -
YPG’ê li çar cihan li dagirkeran da
Şervanên YPG’ê li navçeyên Cindirêsê, Raco, Mabata û Şera yên Efrînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di van çalakiyan de gelek çete hatin kuştin. -
Dewleta Tirk careke din Til Rifet û gundê Şêx Îsa bomberdûman kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê û gundê Şêx Îsa ya li herêma Şehbayê bomberdûman kir. -
Çeteyê bi navê Amîr El Qetî hate kuştin
Odeya Çalakiyan ya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan li navçeya Reco ya Efrînê çeteyê girêdayî koma El Cephe El-Şamiye yê bi navê Amîr El-Qetî kuştine. -
NY: Tirkiyeyê li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kir
Komîsyoneke girêdayî neteweyên yekbûyî (NY), diyar kir ku Tirkiyê li Efrînê hiqûqê navneteweyî bin pê kiriye û çeteyên wê pêkanînê keyfî kirine. -
QSD’ê bîlançoya 2 rojan eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di Pêngava Bagera Cizirê de bîlançoya operasyona li rojhilatê Firatê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê 41 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê ji ber mayîna çeteyan zarokekî jiyana xwe ji dest da
Ji ber teqîna mayîna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîne zarokekî jiyana xwe ji dest da. -
Li Kobanê cenazeyê endamê Asayîşê Celal El-Hesen hate veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê endamê Asayîşê Celal El-Hesen bi merasîmekê li Goristana ŞehÎd Dicle veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Emîr hate veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Suheyîd( Ebdullmecîd El-Emîr) li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen bi merasîmekê veşartin. -
Bagera Cizîrê: Bi pêngava nû dawiya DAIŞ’ê tînin!
Hêzên QSD’ê ragihand bi pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ ya li rojhilatê Çemê Firat dane destpêkirin ber bi qonaxa dawî ve çûne. -
Salvegera 25’an a MLKP’ê li Kobanê hate pîrozkirin
MKLP’ê salvegera 25’an, bi tevlîbûna gelê Kobanê bi girseyî pîroz kir. -
Pêngava nû ya Bagera Cizîrê: Bajarokê Hecîn e
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêre Zor û gundewarên wê ji bo rizgarkirina bajarokê Hecîn wê dest bi operasyonekê bikin. -
Zanîngeha Kobanê xewnek bû, ew jî pêk hat
Li Kobanê bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re gelek xewn û xeyal gel pêk hatin, lê xewnên xwendekaran her li ser dezgehên perwerdehiyê bûn û ew jî bi vekirina Zanîngeha Kobanê re gava yekem hate avêtin.