ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Tolhildan hate veşartin
Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Tolhildan bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Şervanên QSD'ê ketin gundê El Sefaqine
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina Şerê Terorê’ de li eniya El Sûse ketin gundê El Sefaqiye. -
YPG: Li Efrînê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihadinê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şera, Cindirês û Bilbilê yên Efrînê di çalakiyên şervanên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Li eniyên şer ên Dêra Zorê şer û jiyan!
Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina şerê Terorê’ bi hemû leza xwe dom dike. Şervanên YPJ’ê yên di pêngavê de cih digirin diyar kirin ku bi biryardarî bi pêş ve diçin û amade ne de ne ji bo rizgarkirina gelê Dêra Zorê şehîd bibin. -
Dewleta Tirk, gundên Bilbilê dike herêmên leşkerî
Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku bike herêma leşkerî gundên Bilbilê yên Efrînê vala dike. -
Li Reqayê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar
Li taxa Dîriya a Reqayê teqînek pêk hat û di encama teqînê de sivîlek mir, 3 sivîl jî birîndar bûn. -
YPG: Çeteyê Ehrar Şerqiye û leşkerekî Tirk hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiyên 25-26’ê Îlonê yên li navçeya Reco ya Efrîn û navenda Efrînê de çeteyekî Ehrar Şerqiye û leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin. -
Li Idlibê çeteyên HTŞ'ê û Nureddîn Zengî bi hev ketin
Li Idlibê di navbeyna Heyet Tahrîr el-Şam û çeteyên Nureddîn Zengî de, ku yek ji pêkhateya 'Eniya Rizgariya Netewî' ye û di bin nîrê Tirkiyê de ye, şer derket. -
Li Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê Salih hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Salih ê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Girê Spî li Şehîdgeha Şehîd Mehmûde bi merasîmekê hate veşartin. -
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Bi tevlîbû sedan welatiyên Dêra Zorê cenazyê 3 şervanên QSD’ê yên di qonaxa dawî ya tinekirina terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a Herêma El-Bisîrayê spartin axê. -
Welatiyên Amûdê li dijî dagirkeriyê herikîn qadan
Bi armanca protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan. -
Li Reqayê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Elî û Reûd bi merasîmekê li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê veşartin. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Serhed û Mezlûm hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdulrehman El-Hemed (Serhed) û Îbrahîm Felûh (Mezlûm) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin. -
Bîlançoya 24 seatên dawî: Gundê El-Şecle hat rizgarkirin, 21 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku gundê El-Şecle hate rizgarkirin û di şerê 24 seatên dawî de 21 çete hatine kuştin. -
YPG: Li Reco û Şerayê 5 çete hatin kuştin
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên 24-25’ê Îlonê ya li navçeya Şera û Reco yên Efrînê de bi kêmanî 5 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê nasnameya dagirkeriyê û dagirker derkete holê
Dewleta Tirk li Efrinê li qadên ku dagir kiriye, nasname û kartên endamtiyê yên bi alayên Tirk da 'karmend' û 'sîxûrên' xwe. -
Li Hecinê gundê El Şecle hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li bajarokê Hecînê gundê El Şecleyê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. -
Hêzên rejîmê bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê anîn Idlibê
Hate gotin rejîma Sûriyê ji 400'î zêdetir endamên çeteyên DAÎŞ'ê yên Dêrazorê birin Idlibê ya ku operasyona li ser hate taloqkirin. -
Cenazeyê du şehîdan li Dêrikê hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanên Hêza Erka Xweparastinê Emîr Sefo û DiYar Yûsif bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Kobanê hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. -
YPG: 2 çeteyên Ehrar El Şerqiye û Feylaq Şam hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku li navçeyên Rac û Cindirês ên Efrînê li dijî komên çeteyên Herar El-Şeriye û Feylaq Şam çalakî hatine kirin, 2 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb hate veşartin
Welatiyên herêma El-Kerama cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb El-Cilid bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin. -
QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir: 11 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 11 çete hatine kuştin. -
Li gundê Şecîl yê Hecînê şerekî dijwar diqewime
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku di van kêliyan de li gundê Şecîl yê Hecînê di navbera şervanên wan û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. QSD'ê diyar kir heta niha 5 çete hatine kuştin.