ROJAVA-SÛRIYE
Şahidên komkujiya Kobanê, tevî salên derbasbûyî jî nikarin êşa ku kişandine ji bîr bikin. Welatiyên ku endamên malbata xwe winda kirine û bi çavên serê xwe şahidiya komkujiyê kirine dibêjin ku ew roj di bîra wan de hê jî zindî ye.
Şêniyên Kobanê û gundewarê wî şehîdên Komkujiya Kobanê ku bi destê çeteyên DAIŞˊê di 25ˊê Hezîrana 2015ˊan de pêk hatiye, di salvegera 11ˊemîn de bi bîr anîn, mûm li ser gorên wan pêxistin û kulîk danîn ber kêlan.
Xelkê Kobanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya û destnîşan kir ku aştî bi vî rengî pêk tê.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ku di panela ji aliyê Enstîtuya Aştî ya Kurd ve hat lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku neçar e ku jin di avakirina Sûriyeya nû û mekanîzmayên parastinê de cih bigrin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanên xwe ragihand û soz da ku wê li ser rêya cangoriyan têbikoşe.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Li bejahiya Helebê şer heye
Li gundên bejahiyê yên li bakurê rojavayê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û komên çeteyên Tirkiyeyê de şerekî giran heye.
-
-
Li Kobanê cenazeyê 2 şehîdan hate veşartin
Welatiyên bajarê Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Emrah Dadê (Elî Rizgar) û cenazeyê gerîlayê HPG’ê Munzur Hebeş (Ferhat Kobanê) bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.
-
-
Li navenda Efrînê teqîn
Li navenda bajarê Efrînê teqînek mezin pêk hat. Têkildarî encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
-
-
-
-
-
Cenazeyê şehîd Hemdê û El-Ewad spartina axê
Li Dêra Zorê bi tevlîbûna sedan welatiyan cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Hemdê û endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemed Beşîr El-Ewad li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.
-
-
Asayişê derbarê şerê li Qamişlo daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Bakurê Sûriyê ragihand, di şerê Qamişlo de ya bi dijî hêzên rejîmê 11 leşkerên rejîmê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Di şer de 7 endamên me şehîd bûne û endamekî me birîndar bûye.’’
-
Li Qamişlo şer: 13 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Di navbera Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a bajarê Qamişlo yê Rojava û leşkerên rejîmê de şer derket, 13 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Hate ragihandin di şer de endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirin şehîd bûye.
-
Berpirsê DAÎŞ’ê: MÎT’ê xwekujên zindî şande Ewropayê
Yek ji berpirsê payebilind ê DAÎŞ’ê Ebû Kerem ku YPG’ê ew girtiye agahiyên girîng dan. Ebû Kerem têkiliyên dewleta Tirk ên bi DAÎŞ’ê re vegotin û got, êrîşên li Ewropayê bi Tirkiyê re lihevkirî dihatin kirin.
-
-
Li Efrînê 2 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiya şervanên wan de, ya li navçeya Mabata ya Efrînê 2 çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.
-
-
-
-
Civîna Tehranê: Erdogan bû berdevkê çeteyan
Di civîna li paytexta Îran Tehranê de ku serokên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê beşdar bûbûn, Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Îdlibê daxwaza agirbest û veguhestina çeteyan kir. Lîderê Rûs Pûtîn jî got; “Li cihên ku terorîst lê ne wê agirbest neyê îlankirin.”
-