ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Derbeke din li dagirkerên li Efrînê hat xistin
YPG'ê ragihand, li Şerayê di çalakiyeke dijî çeteyên Sûltan Mûrad ên MÎT'ê de 2 çete hatine kuştin. -
8 welatên Ewropayê ji bo Îdlibê banga agirbestê kirin
8 welatên Ewropayê yên endamê Neteweyên Yekbûyî bang li Rûsya û Îranê kirin ku ji bo agirbesta li Îdlibê bikevin dewrê. -
Dagirkeran li Efrînê bi dehan sivîl revandin
Leşker û çeteyên dewleta Tirk avêtin ser gundên Avraza û Coqa yên navçeya Mabata ya Efrînê û piştî ku êşkenc li jinên li gund kirin bi dehan sivîl revandin. -
Cenazeyê 3 şervanên azadiyê bi merasîmekê spartin axê
Li Qamişlo û Minbicê cenazeyê şervanên YPG’ê Berxwedan Rojhilat û Qadir Acar û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê El-Keyarî bi merasîmeke heybet spartin axê. -
Li Reqayê cenazeyê Ebû Mehmûd hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman Mehmûd El-Cafer (Ebû Mehmûd) ê 4‘ê Îlonê di encama teqîna mayînekê li ser rêya Cizîrê- Minbicê de şehîdî bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hate veşartin. -
Çeteyê bi navê Fayîz El Tahe hate kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku çeteyê bi navê Fayîz Salih El Taha ê weke Ebû Salih El Xatûnî dihate naskirin, hatiye kuştin. -
Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên li dem û cihên cuda şehîd bibûn eşere kirin. -
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo rojhilat û bakurê Sûriyeyê rêveberiya xweser ava kir. -
Li Efrînê du çeteyên bi desteka Enqerê hatin kuştin
Şervanên YPG’ê li navçeya Şera ya Efrînê çalakiyek li dijî çeteyên Cebhet El Şamiye, ya bi desteka artêşa Tirk a dagirker, çalakiyek kirin, 2 çete hatin kuştin, 2 jê birîndar bûne. -
Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ava dibe
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk îro li hev civiya. Meclîs wê ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeye rêveberiya xweser ava bike. -
Hejmara mirovên ji Îdlibê direvin zêde dibe
Amadekariyên rejîma Sûriyeyê yên ji bo operasyoneke li Îdlibê ku çeteyên dewleta Tirk lê ne, dewam dikin. Hejmara mirovên ji bajêr direvin roj bi roj zêde dibe. Tê gotin ku gelek kes reviyane Heleb û Efrînê. -
Xezeba Zeytûnê: Serçeteyek li Efrînê hate kuştin
Li herêma Şera ya Efrînê di encama çalakiya şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê de çeteyekî Feyleq El Şam ê bi navê Ebdilletîf Ekîl hate kuştin. -
Nasnameya 2 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate eşkerekirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir yên ku di encama teqîna duh ya li ser rêya di navbera herêma Cizîr û Minbicê de şehîd bûbûn. -
Çeteyên DAÎŞ'ê bi nav û nîşana Tirkan li Efrînê bi cih bûne
Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê bi rêxistin kiriye û bi nasname û unîformayên cuda li Efrîn û Şehbayê bi kar tîne. Gelek çeteyên DAÎŞ'ê bi navê OSO li Efrînê ne. -
YPG: Li Efrînê 4 çeteyên Lîwa el Şîmal hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanên wan li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî kirin. Li gorî daxuyaniyê 4 çete hatin kuştin. -
Li Cerablûsa dagirkirî teqînek pêk hat
Li Cerablûsê ku dewleta Tirk kinc û navê çeteyên DAÎŞ'ê yên li wir guherand û herêm dagir kir, teqînek pêk hat. Ji ber teqînê 6 kes birîndar bûn. -
KENY wê bi rojeva Îdlibê bicive
Bala tevhiya cîhanê li ser êrîşa li dijî Îdlibê ye. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê roja Înê li ser Îdlibê bicive. -
DYA: Eger li Îdlibê çeka kîmyewî bê bikaranîn, wê bersiv bê dayin
Qesra Spî li ser Îdlibê daxuyaniyek da û got, "Eger Esad careke din çeka kîmyewî bi kar bîne, DYA û hevalbendên wê wê bi lezgînî û di cih de bersivê bidin." -
Cenazeyê 3 şehîdan li Kobanê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 3 şervanên YPG, YPJ û QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê. -
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê xwe ji bo Îdlibê amade dike
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku artêşa Sûriyeyê amadekariyan dike ku pirsgirêka 'terorîzmê' ya li herêma Îdlibê çareser bike. -
Li Efrînê serçeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
Yek ji serçeteyên DAÎŞ'ê Adil Mûsa Ebdilcezar bi operasyoneke taybet a hêzên YPG'ê li Efrînê hate girtin. -
Li Efrînê yek jê serçete 15 dagirker hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 3’ê Îlonê de hin rêzeçalakî li dar xistine û Fermandarê Tûgaya 23’emîn Ahmed Semîr Brîer jî di nav de 15 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê rêze çalakî: Gelek leşker û çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê di qonaxa duyemîn a Berxwedana serdemê de li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete hin çalakî kirin. Di çalakiyan de gelek leşker û çete hatin kuştin. -
Çeteyên Tirk li Efrînê 2 birayên Êzidî revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê du birayên Êzidî revandin. Xizmên her du birayên hatibûn revandin beriya niha ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin. -
Çete malbatên xwe digirin û ji Efrînê direvin
Piştî çalakiyên bi bandor ên şervanên YPG/YPJ’ê û Zexeba Zeytûnê yên li Efrîn û şûnde, bi dehan çete malbatên xwe digirin û direvin Tirkiyeyê.