ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Zeviyên Eyn Îsa ji nû ve hatin çandin
Komîteyên çandiniyê yên li Eyn Îsa karê xwe zêde kir. Bi deh hezaran donim erdê li herêmê hatin çandin. -
Navê Helîn Qereçox li kolaneke herêma Baskê hate kirin
Navê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Helîn Qereçox (Anna Campbell) a di Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Efrînê de şehîd bibû, li kolaneke ya bajarê Vîtorîa-Gasteîz a paytexta herêma Baskê hate kirin. -
YPG’ê têkildarî çalakiyên li Efrînê hişyarî da
YPG’ê têkildarî çalakiyên li Efrînê yên li ser navê komên cuda cuda xwe pênase dikin agahî da û diyar kir ku li pişt her çalakiyên ku şervanên wan ên ji bo bidawîkirina dagirkeriyê ne û çalakiyên xwe li ser malpera fermî parve dike. -
Li Efrînê teqîn: 3 kes mirin
Li kolana Reco ya Efrînê teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
Meclîs û komînan cejna Efrîniyên li kampa Berxwedana pîroz kirin
Bi boneya Cejna Qûrbanê rêveberên meclîs û komînan serdana welatiyên Kampa Berxwedana kirin û cejna wan pîroz kirin. -
Gelê Qamişlo, di cejnê de serdana Şehîdgehan kirin
Gelê Qamişlo, di roja yekem a Cejna Qûrbanê de serdana gorên şehîdan kirin. -
Serçeteyekî din li Efrînê hate kuştin
Di çalakiya şervanên Xezeba Zeytûnê de serçeteyekî dewleta Tirk hate kuştin. -
Li Reqayê teqîn
Li Reqayê teqînek pêk hat. Di teqînê de jinek û zarokek birîndar bûn. -
Dagirkeran li Efrînê êrîşî sivîlan kirin: 20 sivîl hatin revandin
Di navbera kesên ku piştî dagirkirina navçeya Bilbil a Efrînê û şûnde li gundê Sagir Ubasî hatibûn bicihkirin û çeteyên Sûltan Mûrat de şer qewimî. Çeteyên Sûltan Mûrat keyeyê gund jî di nav de 20 sivîl revandin. -
Li Efrînê çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin
Çeteyekî koma Sûltan Mûrad a dewleta Tirk li navçeya Raco ya Efrînê bi çalakiya Xezeba Zeytûnê hate kuştin. -
Êzidiyên li kampa Newrozê: Em ê li ser şopa Mam Zekî bin
Êzidiyên li Kampa Newrozê ya Dêrikê dimînin, nerazîbûn nîşanî şehîdxistina Zekî Şengalî dan û gotin, "Em ê dilsozê doza Mam Zekî bin û dev ji vê fikir û têkoşînê bernedin." -
'Em ji ber zilma dewleta Tirk ji Efrînê reviyan'
Mistafa Mihemmed û malbata wî ku nema karîbûn xwe li zilma dewlet û çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê rabigirin, neçar ma cih û warê xwe biterikînin. -
Altûn: Krîza Îdlibê krîza Sûriye, Îran, Rûsya û Tirkiyeyê ye
Endamê Konseya Rêveberiya a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku Îdlib ji bo Sûriyeyê cihê diyarker e û got, mîada têkiliyên qirêj ên navbera Tirkiye, Îran, Rûsya û rejîmê qediya ye. -
Gelê Dêrazorê du şehîdên xwe veşartin
Şervanê QSD’ê Ela El-Îbrahîm (Şevger Teyana) û şervanê Hêzên Xweparastinê Ednan El-Yezîdî ji aliyê gelê Dêrazorê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li Şehbayê ji bo Mam Zekî şîn hate danîn
Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê ji bo Mam Zekî yê ku bi sûîkasta dewleta Tirk hatibû şehîdkirin li Kampa Berxwedan a Efrînê şîn danî. Bi sedan kes çûn sersaxiyê. -
Li Hesekê teqîn -NÛ BÛ
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek pêk hat. -
Şehîd Elî El-Elî li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî-El Elî li Minbicê bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Amûdê û Girê Spî êrîşa Şengal hate protestokirin
Sûîkasta artêşa Tirk a 15’ê Tebaxê li Şengalê pêk anî, li Amûdê û Girê Spî bi çalakiyan hate protestokirin. -
Leşkerên Tirk li Serêkaniyê sivîlek birîndar kirin
Artêşa Tirk li Serêkaniyê dîsa êrîş kir. Bi êrîşê sivîlek birîndar bû. -
Xezeba Zeytûnê: Serçeteyekî Tirk hate kuştin
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku serçeteyekî yê Foc Mûstefa yê bi navê Yasîn El-Casim bi çalakiyeke taybet hatiye kuştin. -
‘Divê hikûmeta Iraq û başûr helwesta xwe nîşan bide’
Qetilkirina endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Êzidiyên Şengalê Zekî Şenalî (Îsmaîl Ozden) ê di êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê de, ji aliyê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê ve hate şermezarkirin. -
MSD’ê bi rûspiyên Ereban re civiya
Nûnerên MSD’ê bi armanca nirxandina hevdîtina bi hêzên rejîma Sûriyeyê re bi rûspî û şêxên Ereban re civiyan. -
'Parastina civaka Êzidî û axa Şengalê erka ciwanan e'
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) di derbarê êrîşên dewleta faşîst ya Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da. YCR’ê bang li ciwanan kir ku li hemberî faşîzma Tirk û îxaneta PDK’ê dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin. -
TEV-DEM: Tirkiye kiryarên DAIŞ’ê berdewam dike!
TEV-DEM’ê êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir, bal kişand ku ev berdewama êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê ye. -
YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Cezaa şehîd bûbûn eşkere kir
YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên 19-30’ê Tebaxa 2014’an di berxwedana bajarê Cezaa ya Kantona Cizîrê de şehîd bûbûn eşkere kir.