ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê 5 şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê 5 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Şerê Tunekirina Terorê: 9 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. -
YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Kobanê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Kobanê’ ya Cotmeha 2014’an eşkere kir. -
'Soçî bi ser neket, çek hatin veşartin'
Ebû Omer Idlibî got peymana Soçiyê ya li ser Idlibê bi ser neketiye û got, ''Tirkiye wiha tevdigere weke ku li gorî peymana Soçiyê diçe. Îstîxbarata Tirkiyê yên ku Soçiyê qebûl nakin dikuje''. -
Li Efrînê derbên giran li çeteyan tê dayîn: 4 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku li navçeya Şera ya Efrînê 15’ê Cotmehê li dijî çeteyên Ehrar El Şerqiye çalakiyeke sabotajê hate kirin û 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Dîmenê 'Şerê tinekirina terorê' yê li Dêra Zorê..
Dîmenên hinek kêliyên şer ên şervanên YPG/YPJ û QSD’ê yên li eniyên şer ên Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li Dêra Zorê. -
Çete êrîşê dibin ser gundên Şehbayê û derdora bendavê
Çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran ji Mareyê êrîşî gundên Umhoş, Hirbil, Şêx Îsa yên herêma Şehbayê û derdora Bendava Şehbayê dikin. -
Şervana YPJ’ê Berfîn Amed li Qamişlo hat veşartin
Şervana YPJ’ê Berfîn Amed a ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûyî, li Qamişloyê hat veşartin. -
Çeteyê ku destê wî di dagirkirina Efrînê de hebû hate kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku roja 11’ê Cotmehê çeteyekî ku di dagirkirina Efrînê de rol girtibû hate kuştin. -
Gelo peymana li ser Îdlibê têk diçe?
Dema peymana Îdlibê ya navbera dewleta Tirk û Rûsyayê qediya. Ji niha ve peyman tê binpêkirin. Koma bi navê Heyet Tehrîr El Şam ragihand ku wê şer bike. -
Çeteyên li Efrînê jî bi hev ketin
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, komên çete yên bi navê Ehrar Şarkiye û Cephe Şamiye bi hev ketin. -
Li Ezazê şerê navxwe yê çeteyan giran bû
Li Ezazê, ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, şerê ku di nav komên çete yên bi ser du êlan ve, ku Şemiyê dest pê kiribû, girantir bû. -
YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervana YPJ'ê Berfîn Amed ku li Dêra Zorê şehîd bûye û nasnameya şervanê YPG'ê Şervan Cûdî ku li Amûdê di qezayekê de şehîd bûbû, ragihand. -
Çeteyên li Ezazê bi hev ketin: Zarokek hat kuştin
Li Ezazê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di navbera çeteyên Tirkan de şer qewimî û zarokekî di navberê de mayî jiyana xwe jidest da. -
Di 24 saetên dawî de 105 çete hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di operasyona Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyê DAÎŞ’ê li rojhilatê Çemê Firatê didomînin de nava 24 saetên dawî 105 çete hatine kuştin, 5 nûqteyên nû yên leşkerî çêkirine. -
Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di çalakiyên şervanên wan a 11-12’ê Cotmehê de hatine kuştin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundê Kobanê kir
Hêzên dagirker ên Tirk bi çekên giran êrîşî gundekî Kobanê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kir. -
Artêşa Sûriyê welatiyên Idlibê bi SMS'an hişyar kirin
Artêşa Sûriyê, gelê Idlibê hişyar kir ku qewlê ji bo herêmên tampon hatî diyarkirin hindik maye û welatiyên ‘Herêmên Tampon’ bi SMS’yan hişyar kirin. Komên çete hê jî ji herêmê derneketine. -
QSD: Di 24 saetan de 34 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Hêzên QSD’ê yên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê didomînin ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 34 çete hatine kuştin. -
Şehîdên Çapemeniya Azad li Qamişlo hatin bîranîn
Endamên Çapemeniya Azad Hogir Mihemed, Dilîşan Îbîş û Rizgar Denîz ên sala borî dema Pêngava Bagera Cizîr a Dêra Zorê dişopandin di encama êrîşeke întixarî de şehîd bibûn li Qamişlo bi tevlîbûna gelek kes û rojnamevanna hatin bîranîn. -
YPG: Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şiyê û Şera yên Efrînê di çalakiyên şervanên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Li Eniya Baxoz êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên YPG û YPJ’ê duh li Eniya Baxoz a Dêra Zorê êrîşa çeteyan têk bir. Di encama şerekî giran de êrîş hate şkandin û wesayîta çeteyan hate rûxandin. -
QSD: Li çar eniyan 38 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li operasyona Dêrazorê, di 24 saetên dawîn de 38 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê derbên xurt li çeteyan hatin xistin
YPG’ê ragihand ku 9-10’ê Cotmehê li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê şervanên YPG’ê derbên xurt li çeteyê DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk xistin. Di van çalakiyan de 4 çete hatin kuştin. -
Sê çeteyên Tirk, Elman û Kanadî hatin girtin
Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku di encama operasyoneke taybet de ya Yekîneyên Antî Terorê (Y.A.T) de 3 çeteyên bi eslê xwe Tirk, Elman û Kanadayî bi saxî hatine girtin.