ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
NÛ BÛ- Cenazeyê 8 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Cenazeyê 7 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehdîd bibûn li Hesekê û şervanekî QSD’ê li Til Temirê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê Bahoz Qamişlo spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Mihemed (Bahoz Qamişlo) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke bi heybet spartin axê. -
Cenazeyê 4 şehîdên 'Bagera Cizîrê' hatin veşartin
Welatiyên Şedadê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. -
Xwekuj bi wesayitê ve girê dan û bi ser çeperên QSD'ê ve şandin
Çeteyên DAÎŞ'ê ku ji ber operasyonên QSD'ê li Dêra Zorê asê mane, bi wesayitên bombebarkirî êrîşên xwekujî dibin ser şervanên QSD'ê. Eşkere bû ku ji bo çeteyên xwekuji ji êrîşa bombeyî venegerin bi wesayitên bombebarkirî ve tên girêdan. -
TEV-DEM: Divê hêzên navneteweyî li ber êrîşkariya Tirkiyeyê rabin
TEV-DEM'ê êrîşa doh a artêşa Tirk a li dijî gundên Kobanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide pêşî li qedandina şerê li Sûriyeyê bigire û nehêle çareseriyeke demokratîk pêk were. -
YPG: Li Efrînê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, 27'ê Cotmehê li navçeya Raco ya Efrînê li dijî baregeheke leşkerên Tirk çalakiyek hatiye kirin û di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Berdevka QSD'ê Lîlwa Ebdulah: Operasyon wê bênavber bidome
Berdevka QSD'ê Lîlwa Ebdulah operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ'ê nirxand û got, pêngava Hecînê yek ji pêngavên herî giran e. Lîlwa Ebdulah destnîşan kir ku heta DAÎŞ biqede wê operasyona wan bê navber dewam bike. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemze hate veşartin
Welatiyên herêma Kerama cenazeyê şervanê QSD’ê Hatim El-Hisên (Hemze) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin. -
YPG'ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya du şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir -
YPG: Artêşa Tirk dixwaze bi provakasyonan aramiya herêmê têk bibe
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li dijî gundên Kobanê daxuyaniyek da. YPG’ê ragihand ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor didome. -
Artêşa Tirk êrîş bir ser gundên Kobanê
Hêzên dagirker ên Tirk bi tankan bombe li gundên li rojavayê Kobanê barandin. -
'Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi hev re ava bikin'
Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê ku piştgiriyeke xurt didin operasyona QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, diyar kirin ku ew weke gelên herêmê di heman keştiyê de ne û çawa ku bajarên xwe bi hev re azad dikin, wê bi hev re jî bi rê ve bibin. -
Li Reqayê coşa serfiraziyê
Bi wesîleya salvegera rizgarbûna Reqayê ya ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê, pîrozbahî hate kirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. -
Li Efrînê li dijî nuqteya ‘leşker-polîs’an êrîş: çeteyek mir
Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin li dijî nuqteya polîs-leşkeran êrîşek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê çeteyek mir yek jî birîndar bû. -
Zilma artêşa Tirk a li Efrînê zêde dibe
Artêşa Tirk û çeteyên wê gavên xwe yên dagirker li Efrînê didomîn. -
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal serkeftina Reqayê pîroz kir
Tabûra Azasdiyê ya Enternasyonal yekemîn salvegera serkeftina Reqayê pîroz kir û ev peyam da; “Aqûbeta dewleta Tirk û çeteyên wê, wê mîna ya DAÎŞ’ê be.” -
Rêveberiya Xweser meha Mijdarê dest bi peywîrê dike
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Mijdarê de dest bi peywîra xwe dike. -
Bagera Cizîrê: 6 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 6 çete hatine kuştin. -
Cenazeyê 5 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Welatiyên Şedadê cenazeyê 5 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. Di merasîmê de nasnameya 2 şehîdan jî hate ragihandin. -
Şer li Hecînê giran e
Çeteyên DAÎŞ'ê ên li Hecînê êrîş birin ser çeperên şervanên QSD'ê. Şervanan bersiva êrîşan dan. -
Sîstema perwerdeyê ya zanîngehên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê guherî
Di Konferansa 1. a Zanîngehên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo afirandina "nifşên xwedî tecrûbe û têgihiştî" sîstema perwerdeyê hate guhertin. Dest ji rêbaza klasîk hate berdan û li şûna wê "sîstema nirxandinê" hate bicihkirin. -
Li Dêra Zorê şer giran e: Gelek çete hatin kuştin
Li herêma Hecînê ya Dêra Zorê, çeteyên DAÎŞ'ê doh êvarê êrîşeke giran anîn ser çeperên QSD'ê yên li nêzî stasyona trenê ya Mahatayê. -
Pêngava Bagera Cizîrê: Di 24 saetên dawîn de 37 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan li Hecînê derbên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dane. -
Şandeya DYA'yê: Divê MSD li Cinevê û di nav xebatên destûrê de be
Diyar bû ku koalîsyon lê rawestiyaye ku Rêveberiya Xweser û MSD tevlî Cinêvê û hevdîtinên destûrê ya Sûriyeyê nû bibin. -
Jineolojî li Herêma Cizîrê li dibistanan e
Komîteya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk zanista jineolojiyê bire dibistanên Herêma Cizîrê.