ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Reqayê ji ber êrîşa bombeyî sivîlek mir
Li Reqayê di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de sivîlek mir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Muxtar hate veşartin
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên El-Ebid (Muxtar) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Li Dêra Zor bi dehan çete hatin kuştin
Li Dêra Zorê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de bi dehan çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin. -
Şervanê YPG'ê: Em ji bo Rojava û Sûriyeyeke demokratîk şer dikin
Şervanê YPG'ê Hogir Cûdî ku ji destpêkê ve di nava Şoreşa rojava de cih digire got, "Em ji bo Rojava û Sûriyeyeke demokratîk şer dikin." -
Cenazeyê Sara ya 6 salî şehîd bibû hate veşartin
Bi tevlîbûna hezaran welatiyên ji Bakurê Sûriyeyê bi merasîmekê cenazeyê Sara Mûstefa ya ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Girê Spî de şehîd bibû, veşartin. -
YPG’ê bîlançoya meha Cotmehê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya YPG’ê encamên şer, çalakî û operasyonên ku di meha Cotmehê de lidar xistî bi daxuyaniyekê eşkere kir. -
Li Şedadê 4 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Welatiyên Şedadê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. -
Çeteyên li Îdlib û Efrînê sewqî Girê Spî kirin
Dewleta Tirk a dagirker 200 çeteyên ji Cerablûsê birin sînorê Girê Spî yê Bakurê Sûriyeyê. -
Nûçegihana ANHA’yê ya birîndar ji ameliyatê derket
Nûçegihana ANHA’yê Gûlistan Mihemed ku di êrîşa dewleta Tirk a li dijî Girê Spî de hate hedef kirin li Nexweşxaneya Minbicê hate ameliyat kirin. Diyar bû ameliyat serketî derbas bûye. -
YRA: Dewleta Tirk a dagirker rojnameger û zarokan dike hedef
YRA diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de rojanmegeran jî dike hedef û êrîş şermezar kir. YRA banga ‘deng derxistinê’ li sendîkayên çapemeniyê û civaka sivî kir. -
Dewleta Tirk vê carê êrîşî Tirbespiyê kir: kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker gule li gundê Til Cîhan a navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo barand û di encama gulebaranê de kesek birîndar bû. -
Li Qamişlo rojnameger û rewşenbîran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Qamişlo Rojnameger, nivîskar û rewşenbîran êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
'Dewleta Tirk 6 mehan êşkence li min kir'
Welatiyek ji Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatibû revandin qala êşkenceya lê hate kirin kir. -
Li ser sînor dewriyeya hevpar
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kobanê û Girê Spî ku artêşa Tirk a dagirker êrîşan dibe ser bi hev re dewriye kirin. -
Salih Muslim: Êrîş bi civîna çar alî re têkildar e
Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim got, dewleta Tirk parastina DAÎŞ'ê dike û destketiyên Kurdan dike hedef. Muslim got, "Ji bo ku em destketiyên xwe biparêzin em ê li berxwedanê rawestin." -
Ji ber êrîşa artêşa Tirk 2 nûçegihan birîndar bûn
Ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Spî, 2 nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn. -
YPG'ê li Efrînê li dagirkeran da: 5 çete hatin kuştin
Hêzên YPG'ê li navçeya Şêwara ya Efrînê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Di çalakiya sabotajê de 5 çete hatin kuştin. -
Çeteyên Enqereyê êrîş birin ser Şehbayê
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Mareyê êrîş birin ser navçeya Fafîn a Şehbayê. -
Rejîma Tirk li gundê Sûskê da
Artêşa Tirk a dagirker bi doşkayan li gundê Sûskê didin. -
Artêşa Tirk dîsa êrîş bire ser Kobanê
Dewleta Tirk bi çekên giran êrîş bire ser gundên dikevin rojavayê Kobanê. -
Li Qamişlo deh hezar kes li dijî êrîşan meşiyan
Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li navenda bajar meşek hate kirin. Bi deh hezaran êrîşên dagirkeriya Tirk protesto kirin. -
Şervanê QSD’ê yê Dêra Zorê şehîd bibû spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Zahîd El-Cemîl ê di operasyona Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê de şehîd bibû li Til Hemîsê bi merasîmekê spartin axê. -
Koalîsyona Navneteweyî: Têkiliya me bi QSD û Tirkiyeyê heye
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ku DYA pêşengiya wê dike, îdîa kir ku piştî dewleta Tirkiyeyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ew hewl didin krîzê siviktir bikin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî zarokeke keç qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Girê Spî kir û li vê derê zarokeke keç qetil kir. -
Bakurê Sûriyeyê Kobanê silav kir
Bi deh hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê, li Qada Şehîd Egîd hatin ba hev, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin û peyama ‘em amade ne’ hate dayîn.