ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rojeva Astanayê Îdlib e, ya Eyn Îsayê jî paşeroja Sûriyeyê ye
Rûsya, Îran û Tirkiye wê 28-29'ê Mijdarê li ser mijara Sûriyeyê cara 11'an li Astanayê li hev rûnên. Tê payin ku Rûsya di vê hevdîtinê de meseleya Îdlibê deyne ber Tirkiyeyê. Heman rojê wê mûxalîfên Sûriyeyî jî li Eyn Îsayê li hev rûnên. -
Li Efrînê dagirkeran 9 sivîl revandin
Li navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera koma çete ya Suleyman Şah û leşkerên Tirk de şer derket. Li herêmê 9 sivîl hatin revandin. -
Şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê spartin axê
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Usame Mihemed El-Hesen (Cesûr), Ebdulletîf Etellah (Bahoz), Mihemed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El Hesen a bajarokê Bisêra veşartin. Di merasîmê de nasnameya 5 şervanên QSD’ê jî hatin eşkere kirin. -
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Zaza hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulhemîd El-Letfo (Mûrad Zaza) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajêr veşartin. -
20 salên li Rojhilata Navîn: Rojavayî qala Ocalan û PKK'ê dikin
Rojavayiyan qala dema dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê kirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Til Temir hate veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Agirî Til Temir bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin. -
Nasnameya 14 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 14 şervanên YPG’ê eşkere kir yên di dîroka 22-23’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn. -
Hêzên QSD'ê êrîşên çeteyan têk birin
Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Hecînê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin têkbirin. Di şer de 20 çete hatin kuştin. -
YPG'ê li Efrînê wesayiteke çeteyan teqand
YPG'ê li ser rêya gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî wesayiteke çeteyan çalakiya sabotajê kir. 2 çeteyên di hundirê wesayitê de bûn bi giranî birîndar bûn. -
'Dewleta Tirk aciz e, ji ber ku gel dibin xwedî maf'
Ji rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Cafer got, bi projeya Neteweya Demokratîk a li Rojava re hemû gel bûne xwedî maf û diyar kir, dewleta Tirk ji vê rewşê aciz e. -
Peyama YPJ'ê ya li ser 25'ê Mijdarê
YPJ: Mîna ku di dîrokê de jî tê dîtin, jinan ti carî serê xwe li ber êrîşan netewandine û bi rengekî bêhempa timî li ber xwe dane. -
Rêxistina sêwan a Êzidiyan a Rojava bû Mala Êzidiyan
Di kongreya 4’emîn a Mala Êzidî ya li Herêma Cizîrê de, Mala Êzidî bû weke rêxistina sêwan a hemû Êzidiyên Rojava hate erêkirin. -
DAÎŞ'ê li Hecînê derba giran xwar: 27 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya 'Şerê Tunekirina Terorê' eşkere kir. Li gorî daxuyaniya QSD'ê, li eniya Hecînê 27 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. -
Li Hecînê di navbera QSD û DAÎŞ'ê de şerekî giran heye
Li eniya Hecînê ji doh ve di navbera hêzên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. -
'Dûrzî li dijî leşkeriya ji neçarî ya li Sûriyeyê ne'
Li gorî nûçeyeke rojnameya L'Orîent-Le Joûr a li Lubnanê bi Fransî tê weşandin, Dûrziyên ku bi giranî li wîlayeta Sûveydayê ne, qebûl nakin ku ji rejîma Esad re ji nû ve bibin leşker. -
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî Minbicê kirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî nuqteyên gundê Ereb Hesen kirin. -
Êrîşa DAÎŞ’ê hate şikandin, bi kêmanî 17 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê, êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser nuqteyên bakurê Hecînê şikand. Di şerê li herêmê de bi kêmanî 17 çeteyên DAÎŞ’î hatin kuştin. -
YPG’ê li ser daxuyaniya Midûrê Şûnwaran ê rejîmê daxuyaniyek da
YPG’ê daxuyaniya Midûrê Şûnwaran ê rejîma Sûriyeyê Dr. Mehmûd Hemûd derewand û got: “ Di bin hermû şert û mercan de hêzên me ji bo parastina şûnwaran bi baldarî tevdigeriyan, ev şûnwar nasnameya me ye ku em parastina wê dikine ye.” -
Di navbera QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şer çêbû
Çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Hecînê ji ber mijê êrîşî baregehên QSD’ê kirin. -
Cenazeyê endamê Hêzên Navxweyî Mihemed hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Şaban Yûsif Mihemed bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Minbicê veşartin. -
YPG'ê li nuqteya 'polîsê leşkerî' ya li Efrînê da: 3 çete mirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navenda Efrînê li dijî nuqteyeke çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 3 çete hatine kuştin. -
Li Minbicê mayin teqiya
Li taxa El Keçlî ya Minbicê mayin teqiya. Teqîn danê vê sibehê pêk hat. Li ser encamên teqînê agahî bi dest neket. -
Li navenda Efrînê teqînek pêk hat
Li navenda Efrînê, li ber avahiya 'polîsên leşkerî' yên çeteyên dewleta Tirk lê bûn, motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. Ji ber teqînê 5 kes birîndar bûn. -
TEV-DEM: Dewleta Tirk emrê terorê dirêj dike
TEV-DEM'ê ragihand, dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Bakurê Sûriyeyê dixwaze emrê terorê dirêj bike." -
Bîlançoya şerê artêş û çeteyên Tirk ê li Efrînê
Bîlançoya şerê navbera artêşa Tirk û komên wê yên çete ku li Efrînê qewimî, eşkere dibe.