Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrîn, li ser malpera Navenda Çapemeniyê YPG’ê de daxuyaniyek weşand.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got ku Tirkiye dixwaze wekî berê çawa herêma Iskenderun dagir kir û bi ser Tirkiyeyê ve kir, niha jî dixwaze herêmên Ezaz, Cerablus û Babê yên Sûriyeyê tevlî xaka xwe bike.
Mehmûd diyar kir ku hebûna Artêşa Tirk li Sûriyeyê hebûneke ne rewa ye û eger hewl bidin ku êrîşekê li dijî Efrînê pêk bîne, wê rastî berxwedaniya hêza civakî ya YPG û YPJ were.
Mehmûd da xuyakirin ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin çawa li Serêkaniyê û Kobanê û herêmên din ên Bakûrê Sûriyeyê şer kirin û bi ser ketin, wê li Efrînê jî heman berxwedaniyê bidin meşandin û bi ser bikevin.
Di vî dîmenî de yê ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ve hatiye weşandin, berfirehiya daxuyaniya Nûrî Mehmûd heye.