Peyamên dawî yên beriya hilbijartinê

Li Federasyona Bakurê Sûriyeyê ku wê endamên Meclîsên Herêmî werin hilbijartin, nûnerên her du lîsteyan çend saet beriya destpêkirina hilbijartinê peyamên xwe yên dawî dan.

Ji bo hilbijartina endamên Meclîsên Herêmî yên Federasyona Bakurê Sûriyeyê, ji bo qedexeya propagandayê tenê çend saet man. Nûnerên lîsteyên Piştgiriya Neteweyî ya Demokratîk û Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a li Sûriyeyê bi rêya ANF'ê peyamên xwe yên dawî dan.

Li Federaysona Bakurê Sûriyeyê, maratona hilbijartinê ya ku bi hilbijartina hevserokên komunan dest pê kir, bi hilbijartina Meclîsên Herêmî dewam dike. Li gorî teqwîma hilbijartinê ya ji sê qonaxan pêk tê, gelê Bakurê Sûriyeyê wê 1'ê Kanûnê biçe ser sindoqan û endamên Meclîsên Herêmî yên herêmên Cizîr, Firat û Efrînê hilbijêre. Hilbijartina hevserokên komunan ku qonaxa destpêkê ya hilbijartinê bû, 22'ê Îlonê pêk hatibû. Teqwîma hilbijartinê ku wê bi hilbijartina 1'ê Kanûnê dewam bike, wê di Çileya 2018'an de bi hilbijartina Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê biqede. Tevî gelek namzetên serbixwe, gelek partî di bin sîwana lîsteyên Piştgiriya Neteweyî ya Demokratîk û Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê li hev civiyane. Lîsteya Piştgiriya Neteweya Demokratîk ji 18 partiyên Kurd, Ereb û Suryanî pêk tê. Lîsteya Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê jî ji 4 partiyan pêk tê. Tevî her du lîsteyan namzetên serbixwe jî cihê xwe di hilbijartina Meclîsên Herêmî de digirin.

Çend saet beriya danîna sindoqan, Berdevkê Lîsteya Piştgiriya Neteweya Demokratîk Talat Yûnis û endamê Serokatiya Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê (El-Partî) Nesreddîn Îbrahîm ji ajansa me re axivîn.

HILBIJARTINÊN DEMOKRATÎK ÊN DESTPÊKÊ

Talat Yûnis diyar kir ku hilbijartina 1'ê Kanûnê ji bo gelên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê gaveke dîrokî ye û got, "Ji bo avakirina Sîstema Federal a Demokratîk em di rojên serketinê ne de. Em ê qonaxa duyemîn a sîstema xwe jî bixin meriyetê. Têkoşîna ku bi lehengiya bi hezaran û keda mezin a gel a salan tê dayin, îro sîstem û rêveberiya xwe ava dike. Di dîroka gelên Sûriye û gelemperiya Rojhilata Navîn de cara yekemîn e ku gel bi îradeya xwe ya azad û demokratî hilbijartinê dike. Em bang li hemû dengdêran dikin ku li ser bingeha vê rastiyê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û tevlî dengdanê bibin."

MODELA ÇARESERIYA KRÎZÊ

Yûnis ragihand ku di hilbijartinê de ew sîstemeke xwe dispêre vîna gel ava dikin û wiha dewam kir: "Di heman demê de wê modelek ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê derkeve holê. Em îro nîşanî tevahiya cîhanê didin ku sîstemeke xwe dispêre vîna azad a gelê Bakurê Sûriyeyê ava dikin. Ev sîstem wê ji krîzên li Sûriye û Rojhilata Navîn re bibe çareserî. Li dijî sîstema serdest a ku civakê bê îrade dihêle, em gihîştin wê astê ku rêveberiya xwe bi awayekî azad hilbijêrin. Çûyina me ya li ser sindoqan bi rengekî girseyî, li dijî êrîşên sîstemên dagirker ên li dijî aştî, demokrasî û biratiya gelan, li dijî hemû siyasetên qirêj ên li dijî îradeya gelan wê bibe bersiv."

JI BO DENGDANÊ BANG HATE KIRIN

Talat Yûnis bang li gelê Bakurê Sûriyeyê kir ku roja 1'ê Kanûnê mîna şahiya azadiyê biçe ser sindoqan, rêveberiya xwe hilbijêre û got, "Herî dawî, eger Lîsteya Piştgiriya Neteweya Demokratîk di hilbijartinê de bi ser bikeve, hemû namzetên di lîsteya me de hatine hilbijartin wê bernameya me ya hilbijartinê bixin meriyetê. Em soza vê yekê didin."

Lîsteya Piştgiriya Neteweya Demokratîk ji van partiyan pêk tê: Partiya Nûbûnê ya Demokratîk a Sûriyeyê, Konseya Neteweyî ya Ereb, Partiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Sûriyeyê, Yekîtiya Suryanî, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Guherîna Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Nûbûnê ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê. Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Asûrî, Partiya Yekîtiya Neteweyî ya KUrdistanê, Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Azadîparêz a Sûriyeyê, Partiya Mûxafazakarên Demokratîk, Partiya Roja Kurdistanê û Partiya Biratiya Kurdistanê.

NAMZETÊN KU TEMÎNATA BERNAMEYÊ NE

Endamê Serokatiya Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê (El-Partî) Nesreddîn Îbrahîm jî diyar kir ku ji bo qonaxa duyemîn a hilbijartinê ew amadekariyên dawî dikin û got, "Di qonaxa duyemîn a hilbijartinê de wê rêveberiyên bajarok, navçe û kantonan bên hilbijartin. Weke Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a li Sûriyeyê, em bi lîsteyeke bi navê xwe tevlî hilbijartinê dibin. Bernameya me ya hilbijartinê ji 15 xalan pêk tê. Armanca me ya giştî ew e ku di navbera Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Tirkmen û hemû komên etnîkî û olî yên li Bakurê Sûriyeyê û Rojava wekheviyê biafirînin. Em ê pişgiriya pêwîst bidin hemû hêzên xwe yên parastinê; Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ). Namzetên me temînata bernameya me ne."

BILA MAFÊ XWE YÊ WELATÎBÛNÊ BI KAR BÎNIN

Îbrahîm destnîşan kir ku eger ew bên hilbijartin wê bi namzetên xwe ji sîstema li Bakurê Sûriyeyê ava bûye xizmetê bikin û got, "Eger em bên hilbijartin ji aliyê perwerde, tenduristî, xizmetên şaredariyê, çêkirina rê, xizmetên çandiniyê û pêdiviyên gel ve em ê bi hemû derfetên xwe xizmetê ji gelê xwe re bikin. Ji ber vê yekê bendewariya me ji gelê me mezin e... Weke Lîsteya Koalîsyona Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê em dixwazin beriya her tiştî bi lîsteyên din re çanda demokrasiyê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi pêş bixînin. Em ji her welatiyan dixwazin ku mafê xwe yê herî xwezayî bi kar bînin. Bi vê hilbijartinê re gel wê erka xizmet û wezîfeyê bide namzetan."

Partiyên di nava Koalîsyona Neteweyî ya Kurd de cih digirin ev in: Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê (El-Partî), Partiya Çep a Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê, Tifaqa Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê.